Li Wan, Qelqelî, Pirsus, Wêranşar, Dêrîk, Amed û Êlihê çalakiyên Pençşema Reş yên bi armanca siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan her hefte tên lidarxistin, pêk hatin. Meşa li ber Sendîkaya Petrol-Îş'ê ya Êlihê ji bo balê bikşînin ser çalakiya birçîbûnê ya di roja 58'an de didome, bi hinceta "çalakî dibe ku li girtîgehê bibe sedema serhildanê" destûra meşê nehate dayîn.
WAN
Li Wanê çalakiya Pêncşema Reş ya ku bi armanca siyasetmedarên Kurd serbest bên berdan pêk hat. Koma di nav de Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Serokê Şaxa Genel-Îş'ê Salîh Îpek, Serokê Şaxa Tum Bel-Sen'ê yê Wanê Nîzamettîn Baglan, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Wanê Omer Işik, Serokê TUYAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun û Serokê Şaxa SES'ê yê Wanê Yilmaz Berkî jî di nav de li Garaja Şaredariyê hatin cem hev û heta ber şarederiyê meşiyan. Di meşê de wêneyên Bekîr Kaya û pankarta "Dest nede vîna min û em şaredarê xwe dixwazin" vekirin.
Rêvebera Sendîkaya Genel-Îş'ê ya Wanê Halîme Parlak daxuyanî xwend û bal kişand ser çalakiya birçîbûnê ya didome û bang têkoşînê kir. Parlak anî ziman ku, daxwazên girtiyan daxwazên wanin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê ji bi heman armancê li ber avahiya şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
PIRSUS
Li navçeya Pirsusê ya Rihayê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Rêveberên BDP'ê, Wekîla Şaredar Hulya Demîr û xebatkarên şaredariyê tevlî daxuyaniyê bûn. Nûnerê Genel-Îş'ê Bekîr Koştu daxuyanî xwend û diyar kir ku, heta hevalên wan serbest tên berdan dê çalakiya xwe bidomînin. Koştu bal kişand ser çalakiya birçîbûnê û wiha got: "Ez bang li Tayyîp Erdogan dikim, êdî bese perwerdeya zimanê zikmakî, parastina zimanê zikmakî qebûl bikin û tecrîdê rabike." Piştî daxuyaniyê çalakiya rûnşitinê pêk hat.
DÊRÎK
Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê ji bi heman armancê çalakî li dar xist. Wekîlê Şaredara Dêrîkê Dogan Ozbahçecî, rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Dest nede vîna min" û wêneyên Şaredara Dêrîkê Çaglar Demîrel hatin vekirin. Di çalakiyê de nameya Demîrel hate xwendin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredar Mehmet Burun, Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Mahmut Kaya û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Nûnerê Genel Îş'ê yê Wêranşarê Hîkmet Burun daxuyanî xwend û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê.
AMED
Li navçeya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Çalakiya ve hefteyê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêk hat. Seroka Sendîkaya Hemû Teqawîtan Nursel Akbal daxuyanî xwend û bal kişand ser çalakiya birçîbûnê. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Li Êlihê jî meşa bi heman armancê dê ji ber Sendîkaya Petrol Îş'ê hate ber Girtîgeha Êlihê pêk hatiba bi hinceta "Dibe ku çalakî bibe sedema li girtîgehê serhildan çêbibe" destûr nehate dayîn. Piştî destûr nehate dayîn komê li ber sendîkayê çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştî çalakiya rûniştinê girse bi wesayîtan hate ber girtîgehê û xizmên girtiyan ên di çalakiya rûniştinê de ziyaret kirin.
Serokê Genel-Îş'ê Murat Akin daxuyanî xwend û diyar kir ku, 58 rojin çalakiya girtiyan berdewam dike û roja borî bi tevlîbûna 10 hezaran girtiyan çalakî her diçe dijwar dibe û wiha got: "Rewaş 63 kesên nêzî 2 mehin di çalakiya birçîbûnê de ne kirtîke. Em bigûmanin. "
Di dema çalakiyê de girtiyan li girtîgehê slogan bilind kirin û koma li ber girtîgehê jî bi slogana "Bijî berxwedana zîndanan" bersiv da.