Çalakiya nobetê ya bêdem ku bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî li ber Konseya Ewropa (KE) hatî destpê kirin di roja 128’mîn de didome.
Çalakiya nobetê ya li bajarê Strasbourg yê Fransayê li ber Konseya Ewropa hatî destpêkirin, di roja 128’mîn de bi komên nû didome.
Nobeta vê hefteyê 4 jinên ku ji eyaletên Başûrê Almanya (Giessen, Darmstad, Saarbrucken) hatîn dewir girt. Komên ku ji herêmên cûda yên Ewropa hatin, bi dirêjahiya heftiyê çalakiya nobetê didomînin.
Çalakvanên Jinin dane diyarkirin ku, ew weke dayîk ji bo aştî pêk were amade ne hertişê bikin. Çalakvana bêdengiya Yeketiya Ewropayê rexnekirin û gotin: “Welatên Ewropa û yên din girtina guh û çavên xwe tê wateya gelekê tune di hesibînin.”
Çalakvanên ku bang li dayîkên Tirk jî kir û aşkera kirin ku, “Em bawer dikin ku, ji bo ev şerê qirêj raweste û ciwanên me neyên kuştin pêwîste em li gel hev bin.”
Çalakvana balkişand ku, ji 12’ê Îlonê û vir ve li girtîgehan çalakiya birçîbûnê didome û bang li welatên Ewropa kirin ku, zextê li ser Tirkiyeyê bikin. Her wiha çalakvana hişyariyek jî kirin û gotin, “Berovajiyê wê dê encamên xirabtir derbikevin holê.”