Çalakiya li ber PE’yê didome

Çalakiya li ber PE’yê didome

Çalakiya rûniştinê ya bi boneya balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd li ber avahiya Parlementoya Ewropayê (PE) hatibû destpêkirin berdewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahya PE ya li paytexta Belçîka Brukselê hatibû destpêkirin berdewam dike. Îro Kurdistaniyên ji bajarên Holanda Amsterdam, Den Haag, Arnheimê hatin dewr girtin.

Kurdên Brukselê weke duh, îro jî li ber avahiya PE’yê ya li Brukselê bûn. Di çalakiyê de bê navber dirûşimên “Faşîst Tirkiye” û “Qatîl Erdogan” qêriyan. Her çendî şert û mercên hewayê dijwar in, lê çalakiya Kurdistaniyan bi biryar berdewam dike. Di axaftinên hatin kirin de banga tevlî bûna meşa mezin a ku dê li Brukselê bê li darxistin kirin.

Çalakiya rûniştinê ya li ber PE’yê dê roja yekşemê ji aliyê Kurdên li Franseyê dijîn ve dewr bên girtin. Çalakî dê heta 8’ê mijdarê bidome.

KURDISTANÎ XWE JI HEVGIHÎNA SIBÊ YA MEZIN RE AMADE DIKIN

Ji aliyeke din ve Kurdistanî xwe ji meşa mezin a ku dê sibê bi beşdariya Kurdên welatên Ewropayê li Brukselê pêk bê re amade dikin. Meş dê saet di 11.00 de ji Albert II Laanê dest pê kir û dê heta Schumann berdewam bike.

Kurdistaniyên li Belçîka, Holanda, Franse û Almanyayê dê beşdar bibin. Meclîsên Gel ên Kurdan ên bajarên Almanya yên Dortmund û Hagenê banga evlîbûnê li Kurdan kirin. Bi dehan wesayit dê sibê saet di 05.00 de ji îstasyonên Dortmund û Hagenê rabin.