Çalakiya li ber PE’yê dê hefteyekê bidome

Çalakiya li ber PE’yê dê hefteyekê bidome

Çalakiya rûniştinê ya rûniştinê ya li ber Parlementoya Ewropayê (PE) bi boneya balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya ku di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdisanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, dê hefteyekê bidome.

Çalakiya bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd ên li Belçîkayê (FEK-BEL), tevî siyasetmedar, nivîsar, rojnamevan û gelek Kurdistanî duh li ber avahiya PE’yê ya li Brukselê dest pê kir, dê heta 8’ê mijdarê bidome.

Konfederasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê (KON-KURD) der barê mijarê de daxuyaniyekê da û bal kişand ku greva birçîbûnê ketiye roja 49’emîn û banga piştgiriyê li Kurdên li Ewropayê kir.

KON-KURD’ê diyar kir ku dê ev çalakiya rûniştinê ji 1’ê mijdarê ve li ber PE’yê ji nû ve dest pê bike û dê heta 8’ê mijdarê bidome. KON-KURD’ê bang li hemû Kurdên lI ewropayê kir ku beşdarî çalakiyê bibe.

Çalakiya rûniştinê dê di navbera 1-8’ê mijdarê li Place Luxemburgê saet 10.00-16.00 pêk bê.