Çalakiya rûntiştinê ya ku bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyên Kurd ve hatine destpêkirin, li ber Parlementoya Ewropayê (PE) berdewam dike.
Li gel Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Parêzer Mahmût Şakar, hunermend Cewat Merwanî, Parlementera Partiya Çepgir ya Almanya Cansû Ozdemîr, Alî Dagdevîren, Nivîskar Mûstefa Pekoz, ji Nûçe Tv Erdal Er, rojnamevan Ferda Çetîn, gelek siyasetmedarên Kurd, rojnamevan û rewşenbîr li ber Parlementoya Ewropayê ya li paytextê Belçîkayê Brukselê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Girseya li ber PE’yê her ku diçe zêdetir dibe. Çalakger dixwazin bi rayedarên PE’yê re hevdîtin pêk bînin û ji PE’yê dixwazin ku heyetekê bişînin Tirkiyeyê û ji daxwazên girtiyan û rakirina tecrîda li ser Ocalan hewl bidin.
Çalakgeran dan zanîn ku ew ê heta daxwazên wan pêk neyên çalakiya xwe bidomînin û dê îşev li ber Parlementoya Ewropayê bimînin.
Her wiha hate zanîn ku rojnamevan Ferda Çetîn û Erdal Er ku hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.