Çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî bi armanca piştgirî dayîn çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên siyasî yên Kurd ve li girtîgehên Tirk hatî destpêkirin, ya li bajarê Toulouse yê Fransayê hatî duristkirin bi dawî bû.
Çalakiya birçîbûnê ya 28’ê Cotmehê di bin konê li Qada Ermeniyan hatî destpêkirin, îro bi meşekî ber bi avahiya Walîtiyê ve bidawî bû.
Piştî ku çalakvana dosyayek da walîtiyê, çûn komeleya Kurdan û li vir çalakiya xwe bidawî anîn.