Çalakiya birçîbûnê ya li Frankfurtê bi dawî bû

Çalakiya birçîbûnê ya li Frankfurtê bi dawî bû

Çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî li Frankfurtê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya ya ji aliyê 700’î zêdetir girtiyên siyasî yên Kurd ve 50 roje didome, destpêkirî bidawî bû.

Ciwanên Kurd yên li bajarê Frankfurt yê Almanyayê jiyan dikin, ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya li girtîgehên Tirk 50 roje didome, dest bi çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî kirin.

Sazî û dezgehên cûda bi dirêjahiya çalakiya birçîbûnê ya 3 rojan ciwan bi tenê ne hêlan.Serokê Federasyona Suryanî-Asûrî yên li Almanya û Rojhilata Navîn Sabo Akgul Hako, rêveberên YEK-KOM’ê serdana ciwana kirin.

20 ciwanên ku li rexmî hewaya sar çalakiya xwe ya li ber Şaredariya Frankfurtê berdewam kirin, duh bi daxuyaniyeka çapemeniyê bi dawî anîn. Daxuyaniya ku bi Almanî hate kirin, derbarê çalakiya birçîbûnê de raya giştî ya Almanya hate agahdar kirin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ciwan ji Komeleya Çanda Kurdan ya Frankfurtê tevlî civîna bîranîna ‘Şehîdên Meha Cotmehê’ ya ji aliyê Meclîsa Jinan ya Amarayê ve hatî amade kirin bûn.