'Çalakiya birçîbûnê di roja 53’an de ye direng nemînin'

'Çalakiya birçîbûnê di roja 53’an de ye direng nemînin'

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 12'ê Îlonê de destpê kiri bû, di roja 53'an de berdewamdike. Ji bo piştgiriyê li Dîlok, Êlih Koçaelî, Semsûr û gelek navçeyên din çalakî hatin lidarxistin.

Li Semsûr, Dîlok, ÊLih,. Kocaelî û gelek navçeyên din ji bo piştgiriya çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku 53 rojin berdewam dike, çalakî pêk anîn. Platforma Demokrasiyê ya Semsûrê li ber avahiya KESK'e kom bû û bi tevlîbûna sedan kesan çalakî pêk anîn. Girseyê sloganên "Em berxwedana zindanan silav dikin", "Bê ziman jiyan nabe" "Zext me bêzar nakin" qêriyan û dowîzên "Grev ket roja 53'an direng nemîne" rakirin. Li ser navê Platformê Serokê Şaxa SES'ê ya Semsûrê Riza Gurbuz, daxuyanî da û piştgiriya xwe anî ziman.

Li Dîlokê jî Rêxistina BDP'ê ya Dîlokê çalakiya birçîbûnê berdewm kir. Çalakiya ku li avahiya BDP'ê destpê kir ji aliyê 10 welatiyan ve hate dewirgirtin.

Rêxistina BDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê civina çapemenyê pêk anî û piştgiriya xwe anî ziman. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng nemînin û gotin Grev ket roja 53'an êdî direng nemînin.

Tevgera Jinên Azad û Demokratik (DOKH) jî çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê ya li ber girtîgeha Tîpa M ya Êlihê di roja 3'emîn de berdewam kir. Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê jî bi heman armancê li Parka Azadiyê dest bi grevê kir. Greva ku dê her ji 2 rojan carekê dewir bibe koma destpêkê bi 25 dayîkan destpê kir. Li ser navê dayîkên Aştiyê Meyaser Akdag, bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan da û xwest daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin.

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê jî bi navê "Di pirsgirêka Kurd de derfeta guhertin û veguhertinê " li Odeya Eczaciyan Civîn pêk anî.

Rêxistina ODP'ê jî bi heman armancê li pêş Kargeriya Îzmîtê daxuyanî da û piştgiriya xwe anî ziman.