Butçeya sala 2015’an ji bo şer, mêtingerî û sermayeyê ye
Butçeya sala 2015’an ji bo şer, mêtingerî û sermayeyê ye
Butçeya sala 2015’an ji bo şer, mêtingerî û sermayeyê ye
Hevseroka KESK’ê Şaziye Kose der barê qezaya trafîqê ya li Ispartayê ku mînîbus qulipî û 16 karkerî jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyek û diyar kir ku li Ispartayê qezaya trafîkê pêk hatiye û 16 kesî jiyana xwe ji dest daye û got ku ev gotina dawî ye.
Kose da zanîn ku butçeya sala 2015’an de li gorî berjewendiyên gelan e û li dij mêtingerî, sermaye û şer e. Kose da zanîn ku di pêvajoya çareseriyê de wê bibin şopdarên pêngavên ku hikûmet navêje û diyar kir ku wê xeta têkoşînê ya pir pêkhate bişopînin.
Hevserokên KESK’ê Şaziye Kose û Lamî Ozgen di rojên buhrî de piştî civîna Meclîsa Giştî ya KESK’ê der barê biryar û bernameya demî de li avahiya Navenda Giştî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Nûnerên KESK’ê jî tevlî civînê bûn. Kose di civînê de axivî û diyar kir ku li Ispartayê di encama qezaya trafîkê ku mînîbusa ku karker dibir qulipî û 15 karkerî jiyana xwe ji dest daye de û got ku li serê gotin nemaye.
Kose bi lêv kir ku piştî karesata Somayê Qanuna Torbe ya ji aliyê hikûmetê ve hatiye amadekirin re nûçeyên ‘ji madenvanan re mizgînî’ hatine kirin û got ku ev mizgînî li Ermenekê derketiye holê. Kose da zanîn ku wan ji devê karkeran bihistiye ku çawa du heqdestên wan ên asgarî ji destê wan hatiye girtin.
Kose da zanîn ku Erdogan dibêje, ‘Ger xwarin li derve bihata xawrin wê qeza pêk nehata’ û bertek nîşanî gotinên Erdogan da.
Kose bi lêv kir ku butçeya sala 2015’an terciha siyasî û çînî ya hikûmeta AKP’ê careke din daniye holê.