Buroyên hilbijartinê bi coş hatin vekirin: Desthilat wê têk biçe

Partiya Çep a Kesk li Şemzînan, Stenbol û navçeyên Narlidere û Bayrakli yên Îzmîrê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir. Di axaftinên vekirinê de peyama zêdekirina dengan û têkbirina faşîzmê hat dayîn.

Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê yekemîn bûroya hilbijartinê bi coş vekir. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên rêxistinên Partiya Çep a Kesk ên navend û navçeyan û bi sedan welatî tev li vekirina bûroya hilbijartinê bûn.

Şandeya ku beşdarî vekirina buroyê bû li qada Kaniya Barmêşê bi coş hat pêşwazîkirin. Di vekirina buroyê de welatiyan govend gerand û dirûşme berz kirin.

Parlamenter Saît Dede diyar kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de alên serkeftinê hildin û ba bikin.

‘EM Ê ABDULLAH OCALAN BIGIHÎNIN AZADIYA WÎ’

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî destnîşan kir ku ev hilbijartina herî girîng a Tirkiyeyê ye û got: “Em ê hesabê her neheqî û zilmê di sindoqan de bipirsin. Em ê di 15’ê Gulanê de deriyên zindanan vekin û birêz Abdullah Ocalan bigihînin azadiya wî. Ji bo vê divê em têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Em ê di sindoqan de bersiva pêwîst bidin.”

Parlamenter Sezaî Temel jî axaftinek kurt kir û banga xwedîderketina Partiya Çep a Kesk kir.

Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin û merasîma vekirina buroyê bi gerandina govendê bi dawî bû.

BULDAN BI COŞ HAT PÊŞWAZÎKIRIN

Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Stenbolê li taxa Kocamustafa Paşa ya navçeya Fatîhê bûroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş û gelek welatî tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn.

Li ser deriyê buroyê pankarta “Buroya Hilbijartinê ya Aram Tîgran” hat daliqandin. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî tev li vekirina buroyê bûn.

Welatiyan coş û peroşa xwe nîşan da û govend gerandin û dirûşm berz kirin. Hevserok Pervîn Bûldan bi çepik û berzkirina dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.

Rêvebera Navenda Partiya Çep a Kesk Çîgdem Ozbaş ewilî axivî û destnîşan kir ku desthilat wê di 14’ê Gulanê de têk biçe û ew ber bi azadiyê ve dimeşin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî diyar kir ku vekirina buroyan civîneke gel a biçûk e û da zanîn ku dê di demên pêş de li Stenbolê mitîngên mezin li dar bixin. Buldan diyar kir ku di van hilbijartinan de bi milyonan Kurd, Tirk û Elewî wê di nava Partiya Çep a Kesk de bibin yek û got: “Çepa Kesk wê bi rêjeya dengê herî zêde ya vê serdemê li Stenbolê bi dest bixe û vê desthilatê bişîne. Divê tu kes di vê yekê de şik û gumana wan nebe. Me soz daye gelê xwe ku em ê vê îktidarê bişînin.“

LI ÎZMÎRÊ PEYAMA TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ

Partiya Çep a Kesk li navçeyên Narlidere û Bayrakli yên Îzmîrê buroyên hilbijartinê vekirin. Rêveberên HDP'ê, Partiya Çep a Kesk, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî vekirina buroyan bûn. Ewilî li taxa Yenî Kale ya Narlidere buro hat vekirin.

Di vekirinê de bê navber dirûşmeya "Denîz Poyraz nemir e" hat berzkirin.

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Îzmîrê Huseyîn Çaglar axivî û destnîşan kir ku ew li vir in û wê tu qadê terk nekin û niha dem dema xebatê ye. Çaglar anî ziman ku ew ê li Îzmîrê 300 hezar rayên xwe derxin 600 hezar rayan.

‘WÊ DERIYÊN GIRTÎGEHAN BÊN VEKIRIN’

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz a Dayika Aştiyê diyar kir ku ew dixwazin her kes dengê xwe bide partiya wan û ev hilbijartin wê bibe wesîleya vekirina deriyên girtîgehan.

Li taxa Yamanlar a navçeya Bayrakliyê jî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin. Rêveber û endamên HDP û Partiya Çep a Kesk tev li bûn û coşa xelkê balê kişand ser xwe.

Rêveberê Partiya Çep a Kesk Arîf Alî Cangi û rêveberê HDP’ê Hacay Yilmaz axivîn û gotin wê serkeftin bibe ya wan.