Bûldan û Sancar: Wê desthilatdarî biçe, em ê bibin aktorên sereke

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar diyar kirin ku êrîşên dagirker ji bo hemû civakî tiştekî xerab e û got “Wê desthilatdarî biçe û em ê bibin aktorên sereke.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya 5’emîn Kongreya Mezin, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet 4’emîn Konferansa Xwe ya Mezin li dar dixe. Konferans bi dirûşma “Berxwedana Mezin Meşa Mezin” tê lidarxistin û Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî a HDP’ê, parlamenter, hevserokên bajaran, endamên Meclisa Jinan, endamên Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk, jî di nav de bi giştî 684 delege beşdarî konferansê bûn. 

Di roja ewil a konferansê de geşedanên siyasî û rewşa rêxistinî dê were nirxandin, di roja duyemîn de dê pêşnûmeyên biryarê yên ku dê xeta têkoşîna serdema pêş a partiyê diyar bike bên nîqaşkirin. Dê biryarên hatine dayîn di 3’yê tîrmehê de pêşkeşî kongreyê bên kirin û weke metnên konferansê bibin biryar. 

‘EM Ê BI HEV RE DAHATÛYÊ AVA BIKIN’

Di destpêkirina konferansê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar axivîn. Di axaftina Bûldan de ev xal derketin pêş: “Rejîma yekparêziyê ya ku bloka AKP û MHP’ê ava kiriye, tê wateya înkara heq û gel. Ev rejîm  her roj heqaretê li jinan dike, şîddet û cînayetên li ser jinan di rojevê de dihêle û dixwaze hebûna xwe bidomîne. Ev desthilatdarî daxwazên hemwelatiya wekhev a Elewiyan naxwaz bibîne. Ev desthilatdarî doza Kurdan wekî înkarkirinê dibîne. Vê desthilatdariya ku dûrî demokrasî, hiqûq û edaletê doza Kurdan di serî de, bi înkara pirsgirêkên welat li ser xwe ye û feraseta xwe li ser vî tiştî ava kiriye.

DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ WERE VEKIRIN

Ji bo aştiyê divê rola rêzdar Ocalan a ji bo diyalog û muzakereyê were dîtin. Ji bo ku rêzdar Ocalan di pêkanîna çareseriya demokratîk û aştiyê de karibe rola xwe pêk bîne, divê şert werin avakirin. Dema ku tecrîdê dest pê kir û deriyên Îmraliyê hate girtin, wê demê li vî welatî mirin û şer dest pê kir.

Divê were zanîn doza Kurdan temamê vî welatî eleqedar dike. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, divê her kes bizanibe wê aştî û demokrasî pêk neyê.

BI KOALÎSYONA MEZIN EM Ê BI SER BIKEVIN

Li hemberî hêzên ku xwe dispêrin înkarê û ji bo çareseriyê tiştekî nakin, berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê tevî gelên Tirkiyeyê mafê aştiyê biparêzin û em ê teqez çareseriya demokratîk a di doza Kurdan de pêk bînin.. Li hemberî betalkirina hiqûq û demokrasiyê û li hemberî çareserkirina doza Kurdan em ê bi Koalîsyona Aştiyê ya Mezin bi ser bikevin. Em ji bo gelê Kurd wekhevî û azadiyê ji bo gelên Tirkiyeyê jî jiyana demokratîk dixwazin. Bi Koalîsyona Aştiyê ya Mezin em ê komar3e bi demokrasiyê tacîdar bikin.

HILWEŞANDINA EKONOMÎK

Ey gelên Tirkiyeyê em naxwazin bizanibin fîşekek bi çiqasî ye. Em naxwazin têkevin derdê debarê. Hedefa me ev e em di nav aştî û aramiyê de bi hev re bijîn. Em HDP careke bang li hemû kesên ji bo vê desthilatdariya riziyayî biguhere têdikoşin dikin. Em sozê didin ku em ê budçeyeke ne ji bo şer lê ji bo gel ava bikin. Em ê hejariya ji ber ekonomiya şer bi dawî bikin û bi ekonomiya aştiyê re jî em ê hemû bi hev re di nav aştiyê de bijîn.

Ber bi kongreya me ya 5’emîn re em ê bi tenê xeta HDP’ê diyar nekin. Di heman demê de em ê bi hev re qedera siyaseta Tirkiyeyê jî ava bikin. Karwanê HDP’ê karwanekî mezin e. Em bang li hemû demokrat, şoreşger, edalatxwez û azadîxwazan dikin ku em di nav HDP’ê de werin ba hev û em bi hev re bi ser bikevin.”

SANCAR: EM HEMÛ ASTENGIYAN DERBAS DIKIN

Di axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar de jî ev tişt derketin pêş: “Di vê meşa me ya HDP’ê  gelek astengî derketin pêşberî me, lê me hemû astengî derbas kir.

Tirkiye di nav krîzeke mezin de ye. Kokên vê krîzê di dîroka sedsalî de heye. Vê desthilatdariyê ev krîz kûrtir kiriye. Di bingeha krîzê de jî nêzikatiya li hemberî doza Kurdan heye. Ji ber ku doza Kurdan bi înkar, îmha, siyaseta şer û bi feraseteke milîtarîst hatiye nirxandin, vê çerxa krîzê ava bûye. Bi taybetî piştî sala 2015’an polîtîkayên milîtarîst, înkar û îmhayê ev tişt ber bi pêş ve biriye. Ji ber vê krîz kûrtir bûye.

ÇARESERÎ DI RÊYA SÊYEMÎN DE YE

Li hemberî van krîz û aloziyan em diyar dikin çareserî di rêya sêyemîn de ye.Çareserî bernameya siyasî ya HDP’ê ye. Çareserî di meşa bi biryar a gelên ji çareseriyê bawer dikin e. Kîjan desthilatdarî di doza Kurdan de ketiye nav pirika çaresernekirinê beriya her tiştî berê xwe daye tasfiyekirina siyaseta demokratîk. Bi ser ketine? Na, bi ser neketin. Kesên hewl dan hilweşandinê pêk bînin, ew bi xwe hilweşiyan. Em bi meşa xwe ya bi rûmet li ser xwe ne û em ji bo guherandina welat tên. Em tên vê guherîna mezin pêk bînin.

WÊ EV DESTHILATDARÎ BIÇE

Me biryar daye ku em bi tifaqa demokrasiyê li ser vê rêyê bimeşin. Konferansa me ya mezin a berê û kongreya me jî ev rê diyar kiribû.  Em diyar dikin hêzek heye ku dikare vê pergalê biguherîne, îradeya gel a xurt heye ku vê desthilatdariyê bişîne. Wê ev desthilatdarî biçe û wê pergal biguhere. Hedefa sereke ya tifaqa demokrasiyê ev e.

Divê were zanîn ev wê ne kongreya me ya dawîn be. Kongreya me ya asayî ya 5’emîn wê bibe kongreya destpêk û avakirinê. Bi vê bîr û baweriyê em we hemûyan ji dil û can silav dikin.”