Bûldan û Sancar: Şer birsîtî û hejarî ye

Hevserokên giştî yên HDP’ê destnîşankirin ku siyasetên şer di hilweşîna aborî de xwedî rolin û gotin, “Tirkiye di kategoriya welatê herî xizan de ye.”

Nîqaşên Desteya Giştî ya Pêşnûmeya Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2022’an û Hesabên Dawî yên Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2020’an destpêkir. Di hevdîtinan de hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar derketin û axivîn.

BÛLDAN: HIKÛMETÊ ÎFLAS KIR

Bûldan bal kişande ser bandora budceyê li ser sifreya gel û got, “Budceya kêmkirina nanê li ser sifreya gel û zêdekirina hejarî û birçîbûnê ye. Ev budce ji bo zêdekirina neheqî û newekheviyê ye. Ew budceyek e ku kembera serayê sist dike û ya gel jî teng dike. Ew bûdceya redkirina sîstema tekxwaz e ku daxwazên aştiya civakî û piralî û cudahiyên vî welatî red dike. Butcya pergala mêr a ku jinan û daxwaza wekheviyê red dike ye. Û ev budce budceya dawî ya hikumeta we ye. Ew budceya we ya bêveger e.”

Bûldan anî ziman ku bilindbûna buhayê tiştan nîşaneya îflasê ye û bang li hikûmeta AKP-MHP'ê kir û got, "Wê derewên we têra rizgarkirina we nekin."

Bûldan her wiha diyarkir ku bêyî hawirdora aştiyê îstiqrar çênabe û got, "Ger li welatekî hawirdora aştiyê ya mayînde nebe, demokrasî her roj bi darbeyên siyasî re rû bi rû bibe, kontrolkirina hevsengiyê, qada nîqaşa demokratîk, edalet û qanûn nebe, û heke rejîma qeyûman di devrê de be wê ewlehiya welat û îstîqrara aborî li wî welatî nebe û nabe jî.”

Bûldan bal kişande ser qetlîamên li welêt û berxwedana Emîne Şenyaşar silav kir.

'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD WÊ ABORIYÊ MEZIN BIKE'

Bûldan di dewama axaftina xwe îşaret bi girîngiya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê kir û wiha pêde çû: "Dahata neteweyî ya ku di pêvajoya çareseriyê de 12 hezar dolar bû, îro daketiye 8 hezar dolarî. We ji bo şer serê her kesekî 4 hezar dolar xerc kir. Lê di pêvajoya çareseriyê de aborî jî mezin dibû, demokrasî jî pêşdiket. We bi tecrîdê bersiv da banga çareseriyê ya Ocalan. Ev li dijî hiqûqê ye. We bi astengkirina hevdîtinan ya li dijî hiquqê ye bêçareserî mezin kir. Encam jî Tirkiye ye ku di her warî de têk diçe.”

Bûldan her wiha bal kişande ser rola mixalefetê û ew bang kir: “Ez bang li hemû welatiyên me, mixalefeta civakî û hemû mixalîfên demokratîk ên alîgirê demokrasî, aştî, edalet, ked û jiyana bi hev re ne û her roj berdêlan di bin zilma vê fermanê de didin, dikim: Werin em bi hev re dest bi serdemeke nû bikin.Em tirs, du diliyên siyasî û hesabên xwe li aliyekî bihêlin. Em li ser siyasetê re binêrin. Em yekîtiya herî xurt ava bikin da ku gelê vî welatî ji kavilan rizgar bikin. Em têkoşîna demokrasî, edalet, aşitî, azadî û nan ya li hemberî vê fermana mêtînger a ku civaka Tirkiyeyê bi xizanî-bêkarî-birçîbûn-bêedaletiyê dorpêç kiriye mezin bikin.”

SANCAR: WÊ DERBÊN MEZIN BIXWEN

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar ragihand ku daneyên cûr be cûr tên pêşkêşkirin, lê ti agahiyek ku wê rastiya gel biguherîne tune ye û got, "Rastî li cihê gel lê dijîn, li kûçe, li sewqayê, li sûkê, li dukanê ye. Kesên difikirin ku dikarin vê rastiyê bi daneyên TUÎK’ê veşêrin, xelet in, wê bi derbên mezin bizanin ku xelet in. Ew ê bi dersa ku wê gel bide wan vê yekê fêm bikin."

Sancar dirêjî da axaftinê xwe û diyarkir, "Li aliyê din dema ku em li endeksa hejariyê dinêrin, Tirkiye di rêza yekem a kategoriya welatê herî xizan de cih digire."

'ŞER TÊ WATEYA KÊMBÛNA XWAINÊ'

Sancar bal kişande ser pirsgirêka Kurd û got, "Birînên pirsgirêka Kurd jî kûrtir dibin."

Sancar her wiha da zanîn ku para herî zêde ji butceyê ji bo polîtîkayên şer tê dabînkirin û Ev tê wê wateyê ku her roj hinekî din nan ji sifreya gel tê girtin û xwarin jî hinekî din kêm dibe."

Sancar, anî ziman ku li welatekî ku aramî lê tune be wê aramniya aborî jî nebe û wiha got: "HDP amade ye erka xwe pêk bîne. Ji bo muzakere û diyalogê bi hemû beşên civakê re wê hemû hewldanan bide. HDP’ê ji bo aştiyeke mezin amade ye bi hemû hêza xwe berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Ji bo derketina ji vê krîzê pêwîstiyeke lezgîn heye. Li dijî vê krîza piralî tifaqeke pir demokratîk pêwîst e. Pêwîste ev tifaqa demokratîk di hilbijartinan de derkeve holê. Me navê wê kir tifaqa demokrasiyê ya berfireh. Me rêya 3'yemîn a welat weke bijareya 3'yemîn diyar kir û em li wir dimeşin.

Divê di zûtirîn dem de biryara hilbijartina pêşwext ji vê Meclîsê bê derxistin. Em bangewaziya xwe ji hemû partiyên mixalefetê re dubare dikin. Werin em bêyî ku dereng bixin bi hevre pêşnûmeya hilbijartina pêşwext bînin vê derê."