Budçeya sala 2023’ê ku di 26’ê Cotmehê de dest pê kiribû, wê roja Înê 25’ê Mijdarê bi gotûbêjkirina budçeya taybet a wezaret û saziyan bi encam bibe. Weke salên berê, budçeya îsal jî bi giranî ji bacên rasterast û nerasterast ên ku ji gel tên komkirin pêk tê.
Hevserokê Komîsyona Aborî û Çandiniyê yê HDP'ê Ridvan Tûran ku ji ANF'ê re nirxandin kir, ji budçeya ku muzakereyên wê didomin re got "budçeya mayîna AKP'ê ya li ser desthilatdariyê ye". Tûran budçeya ku hatiye amadekirin ne wek budçeya gel, lê wek budçeya sermayeyê pênase kir.
DI VÊ BUDÇEYÊ DE EDALETA CIVAKÎ YA BI VÎ RENGÎ NÎNE
Tûran da zanîn ku bûtceya 2023’an weke salê borî wê ji bacên neyekser ên ji gel pêk tê û diyar kir ku dema mirov li mezinatiyên budçeyê temaşe bike dibîne ku dahata bingehîn bi giranî weke ji dahatên bacan hatine komkirin.
Her wiha Tûran diyar kir ku AKP careke din bacên ku ji çînên jêrîn komkirî, ji bo çînên jorîn bi şeklekî weke dahat dinivîsîne û got, “Jixwe rewş her tim wisa bû. Mekanîzmaya ji nû ve birêxistinkirina dabeşkirina dahata dewletên kapîtalîst her tim bi vî rengî ji jêr ber bi jor ve dimeşe, lê kêm zêde edaleta civakî dihat dîtin. Di vê budçeyê de edaleta civakî ya bi vî rengî nîne.”
BUDÇEYA SERMAYEYÊ YE
Tûran di dewamê de bal kişande ser vesaziya budçeyê û destnîşan kir ku ev budçe bi temamî budçeyeke sermayeyê ye û ragihand; “Pereyên faîzê pir zêde bûne. Di beşa peredana budçeyê de faîza ku ez jê re dibêjim ‘Wezareta Faîzan’ bi 566 milyar lireyî heye.”
Tûranê HDP’yî di beşek din a nirxandinên xwe de îşaret bi kêmaniyeke cidî ya pereyan kir û anî ziman ku di dema pêş de, ew potansiyela hukûmetê nîşan dide ku ji bo hilbijartinan deynan, an bêtir krediyê veke û got “Ji ber vê yekê ew ê di dema pêş de wê van pereyan xerc bikin û tenê ji bo li ser desthilatdariyê bimînin wê vê yekê bikin û ev bi serê xwe sedema enflasyoneke mezin e.”
BUDÇEYA AKP'Ê JI BO DOMANDINA DESTHILATDARIYÊ YE
Tûran ev tişt li axaftina xwe zêde kir, “Eşkere ye ku bûdceyek bi kêmaniyeke wisa giran wê di dema pêş de enflasyonê girantir bike. Bi gotineke din, potansiyela wan heye ku hemû çavkaniyên giştî, bi taybetî jî budçeyê, ji bo mayîna li ser desthilatdariyê xerc bikin, ji ber ku bi têgihîştina ‘eger em desthilatdariyê bi dest bixin, em ê li rewşê binêrin, heke na wê li pey me tofan be’. Di vî warî de em dikarin vê jî wekî budçeya AKP'ê ya mayîna li ser desthilatdariyê binirxînin.”
LÊÇÛNA JI BO BIÇEKKIRINÊ DU QAT ZÊDE KIR
Alîkarê Serokê Komîsyona Aborî û Çandiniyê yê HDP'ê Ridvan Tûran balê dikişîne ser wê yekê ku li gorî salên berê budçeya şer zêde bûye û wiha got: “Budçeya çekan 468 milyar e. Budçeya wan a bêyî biçek bikin zêde ye, lê em behsa lêçûneke biçekkirinê dikin ku li gorî sala borî du qat zêdetir bûye. Ji ber vê yekê, ger em li ber çavan bigirin ku stratejiya Erdogan a mayîna li ser desthilatdariyê ya xwe dispêre polîtîkaya mîlîtarîzmiyeke bihêz, xwefirehkirin û şer esas digire, em bi awayekî zelaltir dibînin ku ev tê çi wateyê.”