Bûdceya 2019 li Meclîsê hate erêkirin
Teklîfa Qanûna Bûdceyê ya Rêveberiya Navendî ya Sala 2019’an bi dengdana li Desteya Giştî ya Meclîsê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate erêkirin.
Teklîfa Qanûna Bûdceyê ya Rêveberiya Navendî ya Sala 2019’an bi dengdana li Desteya Giştî ya Meclîsê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate erêkirin.
Hevdîtina bûdceyê ya li Desteya Giştî ya Meclîsê bi dawî bû. Teklîfa Buce ya Rêveberiya Navendî ya Sala 2019’an û Pêşnûme Qanûna Hesab Kesîn ê 2017’an a pêşkêşî Serokkomariyê hate kirin, bi dengdana 502 parlementeran, bi 335 dengan hate erêkirin.
Hat diyar kirin ku di teklifa bûdceyê de wê 949 milyar û 25 milyon û 615 hezar TL bidin îdareyên cemaweriyê, 73 milyar û 771 milyon û 848 hezar TL wê bidin îdareyên bûdceya taybet, 6 milyar û 536 milyon û 982 hezar TL wê bidin îdareya venêrtin û sererastkirinê.