Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 40 girtiyan, 4’ê Cotmehê li dijî binpêkirina mafan û şertên tecrîda giran ên di Girtîgeha Ereglî ya Konyayê de, dest pê kir, berdewam e. Girtiyê Rojhilatî Yakûp Brûkanliyê di greva birçîbûnê de, li dijî şertên giran ên tecrîdê 28’ê Cotmehê bedena xwe dabû ber agir. Li gor agahiya ku ji parêzerên Şaxê Mêrsînê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) hat wergirtin, Brûkanlî û 39 girtî di hicreyên yekkesî de tên ragirtin. Parêzeran da zanîn ku Brûkanli 28’ê Cotmehê saet di 10.00’an de li dijî tecrîda li ser girtiyan agir berdaye bedena xwe.
‘WÎ NABIN NEXWEŞXANEYÊ’
Parêzeran ev agahî dan: “Asta şewatê pileya duyemîn e. Milê rastê û nav şewitîne, pêçiyên her du destan şewitîne. Ji navê bi qasê goştê canê wî xuya bibe, şewitiye. Milê xwe yê rastê nikare bi kar bîne. Heman roj anîne, xistine hucreyê. Niha bi Osman Pînç re di heman odeyê de dimîne. Wî nabin nexweşxaneyê. Wî li revîrê derman dikin. Gava ji bo dermankirinê dibin, destên wî ters kelemçe dikin. Dibe ku mîkrob bigire.“
Parêzeran herî dawî da xuyakirin ku ji ber cezayê dîsîplînê ku girtiye nahêlin Brûkanli malbata xwe bibîne.