Bombeyên gazê avêtin 3 wesayîtên ji çalakiyê vegeriyan!
Bombeyên gazê avêtin 3 wesayîtên ji çalakiyê vegeriyan!
Bombeyên gazê avêtin 3 wesayîtên ji çalakiyê vegeriyan!
Girseya ku ji bo bîranîna pêşengên PKK’ê ên di çalakiya “rojiya mirinê” ya 14’ê Tîrmeha 1982’an de meşa ku xwestin li Taksîmê pêkbînin û polîsan mudaxele kir, BDP’iyên xwestin vegerin Malpeteyê polîsan wesayîtên wan rawestandin û bombeyên gazê avêtin hundir.
Duh rêxistina BDP’ê ya Stenbolê ji bo bîranîna pêşengên PKK’ê Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek ên di 14’ê Tîrmeha 1982’an li Girtîgeha Amedê di çalakiya “rojiya mirinê” de jiyana xwe ji dest dane, xwest li Qada Tunelê heya Qada Taksîmê meşekê li darxe polîsan destûr nedabû, li ser vê yekê girseya ku ber bi Talabaşiyê meşiyan polîsan bibombeyên gazê êrîş kiribû. Piştî êrîşa polîsan BDP’iyên ku xwestin bi wesayîtên xwe vegerin navçeya xwe Maltepeyê, li ser Pira Unkapani ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Piştî wesayît rawestandin bêy ku hincetek nîşan bidin hêzên çevîk bombeyên gazê avêtin hudirê wesayîtan. Dema polîsan bombeyên gazê avêtin hundir ajovanan wesayît ji cihê bûyerê dûrxistin.
Serokê BDP’a Maltepeyê Şahîn Ozyildirim bûyerên rûdan vegot û got, bêy ku hincetek nîşan bidin pêşiya wesayîtan girtin û bombeyên gazê avêtin nava 3 wesayîtan. Ozyildirim da diyarkirin ku, di wesayîtan de gelek kesên kal jî hebûn û gelek kesan ji ber bombeyên gazê ji hişên xwe çûn. Ozyildirim da zanîn ku, piştî gaz avêtin hundir ajovanan wesayît bilez ji cihê bûyerê dûrketin. Ozyildirim anî ziman ku ji ber bûyerên rûdane ew dê pêvajoya hiqûqî bidin destpê kirin û destnîşan kir ku, ew dê derbarê êrîşkirina polîsan ya ser wesayîtan daxuyaniyekî protestoyî bidin.