Biryara nepenîtiyê danîn ser dosya Garîbe Gezer
Di lêpirsîna têkildarî Garîbe Gezer de ku li Girtîgeha Kandirayê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da, biryara nepenîtiyê hate danîn.
Di lêpirsîna têkildarî Garîbe Gezer de ku li Girtîgeha Kandirayê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da, biryara nepenîtiyê hate danîn.
Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandirayê bi rêk û pêk êşkence lê dihate kirin û destavêtin lê hate kirin, bi gumanbarî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Parêzeran li ÎHD a Stenbolê têkildarî dosya Garîbe Gezer daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Parêzerên malbata Garîbe Gezer diyar kirin ku dozgerên lêpirsînê li Kandirayê dimeşînin biryara nepenîtiyê li ser dosyayê danîne.