Biryara ji erkê girtinê ya Waliyê Kerkûkê hate dengdan

Serokwezîrê Iraqê Ebadî biryara ji erkê girtina Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerkûkî, li Parlemetoya Iraqê xiste dengdanê.

Parlamentoya Iraqê ku ji bo biryara ‘redkirina’ referandûma Başûrê Kurdistanê tedbîrên pêwîst bigire Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî erkdar kiribû, biryara ji kar dûrxistina Waliyê Kerkûkê îmze kir û pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kir.

Di encama dengdana li Parlamentoya Iraqê hat kirin de, ji kar dûrxistina Necmeddîn Kerîm bi dengên zêde hat qebûlkirin. Di dema dengdanê de 173 parlamenterên ku li parlamentoyê bûn, ji bo kardûrxistina Necmeddîn Kerîm dengê erê bikar anîn.

Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya 12’ê Îlonê de referandûma ku tê plankirin li Başûrê Kurdistanê bê kirin, di encama dengdanê de red kir û ji bo girtina ewlehiyên pêwîst jî Ebadî wezîfedar kir. Parlamenterên Kurd jî rûniştina parlamentoyê boykot kirin.

Hinek parlamenterên li Parlamentoya Iraqê di dawiya meha Tebaxê de ji bo Kerîm ji erk bê dûrxistin, dest bi komkirina îmzeyan kiribûn. Endamê Partiya Dewleta Yasa ya ku Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî el Malikî serokatiya wê dike, Kazim el Seyyadî diyar kir ku divê Necmeddîn Kerîm û artêşa Iraqê cardin polîsan vegerîne Kerkûkê.