Gava ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li Berlînê bi Serokwezîra Alman Angela Merkelê re pêk dianî, penaberên Kurdistan û Tirkiyeyî yên li qada Brandenburger Torê li hev kom û sucên Erdogan anîn bîra hukûmeta Alman. Di mitîngê de Hevseroka Partiya Keskan Claudia Roth banga “Bi Kurdan re muzakre bide destpêkirin” li hukûmeta AKP’ê kir, Serokê Koma Çepgir Gregor Gysi jî got; “Pêwîstiya Kurdan bi parastinê heye.”
Bi banga saziyên Kurd, Tirk, Asurî, Ermenî, Elewî û Êzidiyan di saetên danê nîvro de bi hezaran li Berlînê li qada dîrokî ya Brandenburger Torê li hev civiya. Di dema hevdîtina Merkel û Erdogan de bi hezaran kes di mitînga “Em Erdogan naxwazin” de kom bûn.
Hozan Emekçî derket ser dikê û strana “Mehkûmên Azadiyê” strî û tevî hunermend Ferhat Tunç, gelek nunerên saziyên sivîl û Hevseroka Partiya Keksan Claudia Roth û Serokê Koma Partiya Çepgir Gregor Gysi jî piştgirî dan çalakiyê.
Ferhat Tunç li ser navê KCD’ê axivî û got: "Qêrîna ji girîtehan bilind dibe, qêrîna mirovahiyê ye. Yên ku nebihîsin, ne mirov e. Ev mirovên me ji ber ku teslîmê faşîzma AKP’ê nebûne li kolanan û girtîgehan li ber xwe didin."
'DIVÊ POLÎTÎKAYA ASÎMLASYONÊ BI DAWÎ BIBE'
Hevseroka Partiya Keskan Claudia Roth ku bi gotinên “Îro roja mafê mirovan e û em bang li Merkela ku mafê mirovan bin pê dike, dikin” , xwest polîtîkayên asîmlasyonê yên li hemberî gelê Kurd bi dawî bibin û got:
''Em bang li hukûmeta Alman û hukûmeta AKP’ê yên ku hewl didin mafê mirovan û mafê hemwelatiyê bin pê bikin, dikin. Hûn nikarin bi binpêkirina van mafan bigihin demokrasiyê. Divê bi Kurdan re muzakere bê destpêkirin û demokrastî bê avakirin. Divê dawî li polîtîkayên asîmlasyonê yên li hemberî Kurdan, Êzidî, Elewî û Ermeniyan bê. ''
''DIVÊ CÎHAN KURDAN BIPARÊZE''
Serokê Koma Meclîsa Federal a Partiya Çepgir Gregor Gysi jî bal kişand ku Erdogan Kurdên li Tirkiyeyê djîn jî weke 'Tirk'dibîne û got: ''Welatê Kurdan tune ye. Ji ber wê jî pêwîstiya Kurdan bi parastinê heye. Tevî şaredar û parlementerên Kurd 10 hezar siyasetmedar di girtîgehan de ne. ''
'EM SUCÊN ERDOGAN BIHEJIMÊRÊN NAQEDIN'
Bi rêzê vekesên ku derketin ser dikêû axivîn wiha ne:
Serokê ATÎF’ê Suleyman Gurcan: ''Em îro nêzî 50 rêxistinên demokratîk îro li Berlînê li hev civiyan û bi hev re ji bo biratiyê diqîrin. Erdogan dijminê Kurdan, Êzidî û Tirkan e. Ev 50 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne, naxwaze bibîne. Ev bêdengî sucê mirovahiyê ye. "
Serokê YEK-KOM Yuksel Koç: '' Em vê yekitiyê û berxwedanê silav dikin. Erdogan bi asîmlasyona li welatê xwe pêk tîne sucê mirovahî û exlaqê dike. Nêzî 50 rojan e nirxên me û zêdetirê 700 mirovênme di greveke birçîbûnê de ne. Ev qîrek e. Ez bang li yên ku Erdogan ew bê deng kirin dikim; Nebin hevkarê sucê Erdogan dike. ''
Serokê DÎDÎF’ê Huseyîn Avgan: ''Ez yên ku tarîtiyê veguherandin ronahiyê silav dikim. Ger em sucên di dema desthilatiya 10 salan a Erdogan bihejmêrin, heta dawiya temenê me naqedin. Êdî gihiştiye dawiyê û divê ev zîhniyet hesabê bide. ''
Serokê AABF: ''Em îro li vir dîrokê nivîsin. Divê êdî Erdogan bibîne ku ew êdî nayê qebûlkirin. Erdogan dibêje li vir terorîst hatine cem hev. Ger îro parastina mafê zêdetirê 700 kesên di greva birçîbûnê de terorîzm be, em terorîst in. Lê bila baş bizane ku yê terorîstê rast û terorê diafirîne Erdogan e. Em ji wî dipirsin; kuştina 34 ciwanan aşitîye? Heqareta li hemberî cemxaneyan aşitî ye? ''
Mitînga bi pankarta ''Ne zimanek pir ziman, ne nasnameyek pir nasname, ne olek pir ol'' bi stranên Ferhat Tunç, Ozan Emekçî û Kemal Kahraman bi dawî bû.