Bîrdal: Li girtîgehan hiqûqa tolhildanê tê rêvebirin

Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan Akin Bîrdal diyar kir ku di sala 2000’an de 6 mehan ew û girtiyê nexweş Halîl Guneş ê ku jiyana xwe ji dest dabû, bi hev re mane. Bîrdal diyar kir ku li girtîgehan hiqûqa tolhildanê tê rêvebirin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê tecrîd, êşkence û binpêkirina mafên mirovan didome. Garîbe Gezer li Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 1’an a Kandirayê di hucreya yekkesî de bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû. Piştre jî girtiyên nexweş Halîl Guneş û Abrulrezak Şûyûr li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.

Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan Akin Bîrdal rewşa girtîgehan ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku li girtîgehan ji hiqûqa dijmin wêdetir hiqûqa tolhildanê tê rêvebirin. Bîrdal bal kişand ser vî tiştî ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş yeko yeko ji aliyê dewletê tê tunekirin.

‘HALÎL KESEKÎ GELEKÎ HUMANÎST Û HÊJA BÛ’

Bîrdal diyar kir ku di sala 2000’an de 6 mehan ew û girtiyê nexweş Halîl Guneş ê ku nexweşê penceşerê bû û jiyana xwe ji dest dabû, di girtîgeha Ûlûcanlarê de bi hev re mane. Bîrdal got “Di sala 1999’an de piştî qetlîama Girtîgeha Ûlûcanlarê ya ku 11 şoreşger lê hatibûn kuştin, ez û çar parlementerên DEP’ê û ji bo ku tedawî bibin girtiyên nexweş sewqî wir kiribûn. 6 mehan em di heman qawîşê de mabûn. Hinek jê destê wan tunebû, hinek jê çavê wan tunebû. Halîl jî wê demê girtiyekî nexweş bû. Di pirtûka min a ‘Zerfa Zer’ de wêneyekî min û wî heye. Halîl kesekî helbestkar û nivîskar bû. Cezayê muebeta giran lê hatibû birîn. Wî nobetên me yên şevê diyar dikir. Ji min re nobet nedinivîsand, ji bo ku xebatên min hêsan bibe, maseyeke darîn çêkiribû. Hevalekî gelekî hêja bû. Halîl di qawîşê de porê me diqusand. Beriya ku ez werim berdan wî pora min qusandibû û henek kiribû ‘Heval em te qeşeng bişînin derve’. Hevalekî gelekî kubar bû.”

‘LI HEMBERÎ ZEXTÊN LI SER MALBATÊN KURD TEVLÎ TEVGERA WELATPARÊZ BÛBÛ’

Bîrdal diyar kir pirtûka wî ya bi navê ‘Xeyala li hewşê’ya ku ew axaftinên bi Halîl û girtiyên din ên nexweş re dinirxîne, ji ber sansura li welat hê jî nehatiye çapkirin û got “Xeyalê hemûyan ev bû ku Tirkiyeyeke aştiyane pêk were. Dema bi Halîl re me pêgermok digerand qala wan xeyalên xwe dikir. Ji malbateke Ereb bû û mala wan li Edeneyê bû. Ji ber zexta li ser malbatên Kurd ew tevlî nav tevgera welatparêz bûbû. Dema qala bîranînên xwe dikir, digot dema dûvpişk li ser bedena zarokê wan ê cîran digeriya, wî rahiştiye dûvpişkê û ew daniye erdê. Ji ber vê digot ‘Ez bi efsûn im heval.’ Wî dikaribû rahişta dûvpişkên jehrî jî.”

‘MÛXATABÊ MAFÊ JIYANÊ TUNE’

Bîrdal diyar kir li Tirkiyeyê mûxatabê heq û azadiyan tune. Bîrdal bal kişand ser vî tiştî ku girtiyên nexweş ên di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan de li girtîgehan tên kuştin û ev nayê qebûlkirin. Bîrdal bi bîr xist ku Aysel Tûglûk û Mehmet Emîn Ozkan di serî de gelek girtiyên nexweş hene û got “Çend roj berê min digot belkî bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan wê girtiyên nexweş werin berdan lê mixabin mûxatabê mafê jiyanê tune.”

Bîrdal diyar kir ku li gorî tespîtên Komeleya Mafên Mirovan 106 jê giran bi giştî 1600 girtiyên nexweş hene û li gorî hiqûqa mafên mirovan divê girtiyên nexweş bên berdan. Bîrdal got” Divê mûxalefeta siyasî û civakî li ser desthilatdariyê zextan bike, yan na ew ê ji girtîgehan gelek cenaze derkevin.