Birayê girtiyê li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Alî Konar hate binçavkirin
Birayê Omer Hayrî Konar ê ku zêdeyî sê sal in ti agahî jê nayê wergirtin, Alî Konar li Xarpêtê ji aliyê polîsên Tirk ve hate binçavkirin.
Birayê Omer Hayrî Konar ê ku zêdeyî sê sal in ti agahî jê nayê wergirtin, Alî Konar li Xarpêtê ji aliyê polîsên Tirk ve hate binçavkirin.
Birayê Omer Hayîr Konar ku tevî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê tecrîdkirî ye, Alî Konar serê sibehê li Xarpêtê li mala xwe hate binçavkirin.
Hate ragihandin ku Konar ji ber lêpirsîna ji Gumuşhaneyê hatiye binçavkirin, lê nehate eşkerekirin bê bi çi tê sûcdarkirin.