Bîlançoya duh: 122 binçavî, 7 girtî û bidehan jî birîndar

Bîlançoya duh: 122 binçavî, 7 girtî û bidehan jî birîndar

Li ser banga BDP'e ya serhildana Topyekun di roja 49'emîn çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ji bo piştgiriya bi girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê li Amed, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Stenbol, Erzirom û Îzmirê û gelek bajar û navçeyên din çalakiyên girseyî pêk hatin. Di çalakiyê de polîsan bi awayekî pir hişk êrîşî girseyê kir û heta derengê şevê çalakiyan berdewam kir. Di çalakiyan de 122 kes hatin binçavkirin û 7 kes hatin binçavkirin. Bi dehan kes jî birîndar bûn.

AMED

Duh li ser banga BDP'ê û KCD'ê ji sibê heta êvarî li navend û navçeyan qet welatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Bi 10 hezaran welatiyên derketin kolanan û li çalakiya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê xwedî derketin meş pêk anîn û rastî êrîşên polîsan hatin. Di êrîşê de 56 kes hatin binçavkirin. 56 kesên li midûriyeta polîsan tên girtin lêpirsîna wan didome. Li navçeya Bîsmîlê 4 jê zarok 19 kes hatin binçavkirin. Ji 19 kesan 11 kes serbest hate berdan.

7 kes jî li dadgehê hatin girtin. Kesên hatin girtin wiha ne: Gurgin Aksu, Mehmet Çerçel, Latif Kandemir, Metin Îpek, Mehmet Ozdemir, Mehmet Demir û Salhattin Saruhan.

ÊLÎH

Li Êlihê jî piştî mîtînga ku di 27'ê Cotmehê de pêk hat, polîsan piştî meşê êrîşî girseyê kiribû û ji 7 kesên binçavkirin jê 5 kes serbest berdan û 2 kes jî şandin girtîgehan. Duh jî meş hatin lidarxistin û di meşan de 6 kes hatin binçavkirin.

ŞIRNEX

Li Şirnex û navçeyên Şirnexê jî ji serê sibê heta êvarî esnaf neçûn ser dikanê û welatî bi roj daketin kolanan û çalakî pêk anîn. Girseya ku derketin kolanan û meş pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatin. Duh li Şirnexê 11, li Cizîrê 4, li Sîlopiyê 3 bi tevahî 18 kes birîndar bûn. Li Cizîrê Ali Gezer ê 18 salî ji serê xwe ve bi bombeya gazê birîndar bû û rewşa wî giran e. Li navçeya Hezexê ji 4 kes hatin binçavkirin.

MÊRDÎN

Li navçeyên Mêrdînê jî ji serê sibê heta êvarî çalakî û mudaxale hebûn. Li Kerboranê 2 kes birîndar bûn. Li naveya Nisêbînê 4 kes birîndar bûn. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî 2 kes birîndar bûn û 15 kes jî hatin binçavkirin.

STENBOL

Li qada Okmeydani ya Stenbolê jî girseya ku xwest ji Konê Berxwedanê yê li Parka Sibel Yalçin kom bibe û heta avahiya AKP'ê bimeşe rastî mudaxaleya polsin a bombeyê gazê hatin. Di çalakiyan de zêdeyî 50 kesan bi bombeyên gazê û ava şit birîndar bûn. 2 kesên birîndar bûn hatin ameliyatkirin û niha tên dermankirin. 11 kes di bûyeran de hatin binçavkirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê û navçeya wê Geverê jî heta derengê şevê çalakiyan bedewam kir. Di bûyeran de li Geverê 2 kes hatin binçavkirin.

ERZIROM

Li navçeya Qereyazi ya Erziromê jî girseyaku xwest meşê pêk bîne rastî mudaxaleyê hat. Di mudaxaleyan de 6 kes hatin binçavkirin.

ÎZMÎR

Rêxistina BDP'ê ya Karabaglara Îzmirê jî bi heman armancê li Semta Kahveleran konê berxwedanê vekir. Polîsan mudaxaleyi kon kir û 22 kes binçavkirin. 22 kes hêj di bin çavan dene.