‘Bila Tûglûk û hemû girtiyên nexweş serbest bên berda‘

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tûglûk û xwest Tûglûk û hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di çalakiya “Azadî ji girtiyên nexweş re” ku du hefteyan carekî li dar dixe de bal kişand ser rewşa siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk. Çalakî li pêşiya Baroya Îzmîrê hate lidarxistin û di çalakiyê de pankartên “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne”, “Bêdeng nemîne, nebe şirîk, ew dimirin” hatibûn daliqandin. Her wiha dowîzên “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” hatibû vekirin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede, parlamenter Mûrat Çepnî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî, ji hêla endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Ayşenûr Kîzaroglu ve hate xwendin.

'TÛGLÛK NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'

Ayşenûr Kîzaroglu diyar kir ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ev demekî dirêje li gorî pîvanên bijîşktiyê yên gerdûnî tevnagere û wiha domand: “Guh nade raporên nexweşxaneyên girêdayî Wezareta Tunduristiyê. Biryarên ku girtiyên nexweş dikarin li girtîgehan derman bibin, dide. Ji ber van biryaran jî mafên tenduristî û jiyanê tê binpêkirin. Nexweşa demansê Aysel Tûglûk ji 28’ê kanûna 2016’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê tê ragirtin. Mafê wê yê tenduristiyê tê binpêkirin. Li gel rapora berfireh a lijneyê jî ku dibêje Tûglûk nikare di girtîgehê de bimîne, bi israr li gorî vê raporê tevnagerin. Tiştên ku Tûglûk jiyayîn, birînên xedar di bîra wê de vekirine. Tevî ku Lijneya Tiba Edlî ya Fakûlteya Kocaeliyê rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne amade kiriye jî, ATK’ê raporeke dijberî vê amade kir. Ev sazî, bi kiryarên xwe yên derwijdanî, derzanistî û derhiqûqî ketiye rojevê.”

'DIVÊ ZÛTIRIN DEMÊ WERE BERDAN'

Kîzaroglu bang kir ku Aysel Tûglûk di zûtirin demê de were berdan û wiha qedand: “Nexwe ji endamên neyînî dê kesên tevî biryara ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî bi vê biryarê nekirin berpirsyar bin.”