Bîçer: Tecrîd êşkence ye, divê kes neyê tecrîdkirin

Endamê Desteya Rêveber a TÎHV'ê Pisporê Tip a Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer bi bîr xist ku Garîbe Gezer beriya niha jî hewl da bû întixar bike û tevî vê yekê jî li hucreya yek kesî hate hiştin ku ev yek êşkence ye.

Li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kandirayê, Garîbe Gezer li hucreya yek kesî ya lê hatibû tecrîdkirin bi rengekî gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Otopsiya destpêkê ya li ser cenazeyê Garîbe Gezer bêyî parêzeran hate kirin. Her wiha bûtona alîkariya lezgîn a li hucreyê jî ne dixebitî. Ev hemû bûne cihê pirsan.

Endamê Desteya Rêveber a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Pisporê Tipa Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer ji ANF'ê re qala prosedura normal a li otopsiyê kir û diyar kir ku li gorî Protokola Minnesotayê, ji parêzerana wêdetir kesên ku divê tevlî otopsiyê bibin divê kes an jî kesên pisporên tipa edlî bin.

Bîçer ragihand ku ji bo bidawîkirina gumanan tevlîbûna parêzeran a li vê pêvajoyê rast e, lê belê gelekî girîng e ku pisporên tipa edlî yên serbixwe û cihê baweriyê tevlî otopsiyê bibin.

Bîçer ragihand ku ji bo vegotina mirina bi guman a Garîbe Gezer divê dane hemû bi hev re bêne nirxandin û got, "Niha agahiyeke têrker nîne ku bê nirxandin. Dema ku encamên van nirxandinan hatin parvekirin hingî dikare bê gotin ku întixar e yan jî ji ber tiştekî cuda jiyana xwe ji dest daye."

Bîçer diyar kir, Garîbe Gezer ya ku dihate gotin gardiyanan êşkence lê kiriye û dest avêtine wê, ji ber zext û tecrîdê beriya niha hewl dabû ku xwe întixar bike, tevî vê yekê jî li hucreya yek kesî hatiye tecrîdkirin ku ev nêzîkatî nayê qebûlkirin.

Bîçer bi bîr xist ku girtîgeh ji xwe bandoreke neyînî li ser derûniya mirovan dike û got, "Li gorî karên zanistî yên di vê mijarê de hatine girtin, mirov tenê bi çend kesan re diaxivin, li koxûşê ku sê kes lê dimînin pirsgirêkên derûnî rû didin û rîska xwekuştinê zêde dibe. Û hiştina bi tena serê xwe, cezayê hucreyê dema ku di ser demekê re dibihure, dema danûstandina bi mirovan re tê astengkirin an jî destûr nayê dayin, hingî bandoreke neyînî dike. bi vî rengî tenduristiya mirovan xera dibe, dibe sedema mirinê. Lewma nêzîkatiyeke bi vî rengî weke êşkence û kiryara xerab dikare bê nirxandin."

Bîçer destnîşan kir ku ji bûyera qewimiye rêveberiya girtîgehê berpirsyar e û bi bîr xist ku ji bo mirovên hatiye girtin parastina mafê jiyanê û parastina mirovan ji êşkence û kiryarên xerab berpirsyariya dewletê ye.