Bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin

Li Îzmîr, Enqere û Stenbolê ji bo balê bikişînin li ser rewşa girtiyên nexweş çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyan de hat ragihandin ku bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD‘a Stenbolê ji bo balê bikêşin li ser rewşa girtiyên nexweş çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hat ragihandin ku bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbanka berê ya li Konakê daxuyanî xwend. Rêveberên ÎHD’ê, Wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, rêveberên HDP’ê û HDK’ê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Li hemberî mirina girtiyên nexweş bêdeng nemîne” nîvisandî, vekirin.

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û bal kişand li ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler ê 82 salî ku rewşa wî giran e û di Girtîgeha Menemenê ya Îzmîrê de tê ragirtin. Çîçek anî ziman ku di warê neberdana girtiyên nexweş de ji Wezîrê Edaletê bigire heta bi rayedarên darazê her kes sûc dike û mafê tedawiyê mafê her kesî ye.

REWŞA WÎ GIRAN E

Çîçek bal kişand li ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler û wiha got: “Ew di 29’ê Adarê de ji Girtîgeha Îskenderûnê sewqî Girtîgeha Menemena Rîzeyê ya Tîpa R’yê hatiye kirin. Ji sala 1994’an ve girtî ye û cezayê hetabihetayê lê hatiye birîn. Gelek nexweşînên wî hene, wek dil, hîpertansiyon û îltîhabê. Tişt nayên bîra wî û bi zorê diaxive. Çongên wî diêşin û laşê wî reş û şîn dibe. Nikare xwe li ser pêyan bigire. Dema çûye hevdîtina dawîn jî xwe bi dîwaran girtî ye û çûye hevdîtinê. Nikare bi tena serê xwe bimîne. Şert û mercên girtîgehê rewşa wî girantir dike. Divê tavilê were berdan.”

ENQERE

Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re, di hefteya 400emîn a çalakiya xwe de li ber Şaxê Komeleya Mafê Mirovan ê Enqereyê daxuyanî xwend. Di çalakiyê de pankartê ‘’Tedawî heq e, nabe ku bihê astengkirin û bila girtiyên nexweş werin berdan’’nivîsandî hat hilgirtin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen a di çalakiyê de axivî û ev tişt gotin: ‘’Sala 2014‘an dema ku me wek Înîsiyatîf daxuyanî xwendi, di girtîgehan de 177 hezar û 262 girtî û hikûmxwarî hebûn. Di nav 8 salan de rêje ji sedî 77,5 zêde bûye.  Li gor daneyên rojanekirî, 8 girtîgehên girtî yên zarokan, tev tevî hev 384 girtîgeha hene û kapasîteya van girtîgehan 725 hezar û 859 kes in. Ji sala 2014an û bi vir de 178 girtîgehên nuh hatine vekirin, 10 avahî li girtîgehên girtî ya jî vekiri hatine zêdekirin. 

‘MAFÊ GIRTIYAN TÊ BINPÊKIRIN‘                                  

Çevirmenê bi bîr xist ku mewzuatên navneteweyî di warê mafê jiyanê yên girtiyan de dewletan ji peydekirina xwegihandina mafê tenduristiyê yên wekhev berpirsyar dike û got: “ Peyman bi xala 90‘emîn  hatiye mîsogerkirin û bi xala 90‘emîn makeqanûnê hatiye tekezkirin. Saziya Tiba Edlî (ATK) tevî raporên nexweşxaneyên zanîngehan û yên tam tekûz raporên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’  dide. Di şexsê Aysel Tûglûk û Mehmet Emîn Ozkan de bi mafê jiyanê yê bi sedan girtiyên nexweş tê binpêkirin.“

Di berdewama axaftina xwe de Çevirmen, tiştên divê werin kirin wiha rêz bi rêz kirin: ‘’Hemû girtiyên nexweş ên di girtîgehan de divê demildest werin berdan, girtî li ba malbatên xwe werin dermankirin û pereyê prîmê sîgortaya wan a tenduristiyê divê dewlet bide. Di biryarên taloqkirina înfazê ji ber rewşa tenduristiyê de divê rayeya dozgêrên komarê ji ser were rakirin.  Raporên nexweşxane didin esas werin girtin û krîtera ‘ji aliyê ewlehiya civakê ve xetere ye’ ya li ber taloqkirina infaza girtiyên nexweş e bihê hilanîn. Li gor biryarên koma Gûrban/Tirkiye yên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, di nameyên qewil ên ê girtiyan de temen û rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş li ber çavan were girtin û di demeke maqûl de bihên berdan cih bigire. Divê bi xusûsên DMME’ê yên di biryara ji bo Gulay Çetînê daye de bihê kirin. Divê nehê jibîrkirin ku bernedana girtiyên nexweş binpêkirina xala 3‘yemîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye. Giştînameya pê rayeya Serokomar a ji ber rewşa tenduristiyê  efûyê sererast dike bihê guhertin. Rejîma înfazê ya heyî ya Tirkiyeyê bi guncavkirina li gor Rêgezên Mandella yê Neteweyên Yekbûyî bihê guhertin. Ji aliyê Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re ve dawî cihêkariya di înfazê de bihê anîn.’’

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD‘a Stenbolê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş, her hefte çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. Komîsyonê, çalakiya hefteya 528’emîn li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de behsa rewşa girtiyê nexweş Abdurrahman Yidirim hat kirin. Di sala 1996’an de ji ber teqînekê 4 parçeyên şarapnalê di serê Yildirim de man û ji ber vê yekê hate emeliyatkirin. Li gel ku xetereya mirinê li ser jiyana Yildirim heye, nayê berdan û niha di Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa T a Şakran a Îzmîrê de tê ragirtin. Yildirim, ev 26 sal in girtî ye. Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek mafparêz amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî ve hate xwendin. Yolerî got ku divê raporên girtiyên nexweş ji hêla nexweşxaneyên baş ve bihên amadekirin û wiha got: “Piştî van raporan jî divê werin berdan. Divê girtî, li cem malbatên xwe bihên dermankirin û sîgorteya wan a tenduristiyê jî dewlet bide. Divê Saziya Tipa Edlî (ATK), di mijara rapora paşdexistina ceza de tekane saziya diyarker nebe. Divê rayeya dozgerên komarê jî bihê rakirin. Divê raporên nexweşxaneyan esas bihên girtin û krîtera ‘ji bo ewlekariya civakê xetere ye’ jî ji hincetên neberdanê bê derxistin. Divê giştînameya Serokomariyê bihê guherandin û rayeya efûyê ji bo hemû girtiyên nexweş bihê bikaranîn.”

'GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’

Yolerî da zanîn ku divê qanûnên girtîgehan ên Tirkiyeyê li gorî Qanûnên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî (NY) bihên sererastkirin û hikûmet dev ji cihêkariya di navbera girtiyan de berde. Di dewama axavtina xwe de Yolerî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdurrahman Yildirim û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yildirim, ji sala 96’an heta bi niha di girtîgehê de ye. Ji ber teqînekê di serê wî de 4 parçeyên şarapnalê hene. Lewma hatiye emeliyatkirin û 2 parçe jê hatine derxistin. Lê ji ber xetereya mirinê li ser jiyana wî çêdikirin, du parçeyên din nehatin derxistin. Ji ber vê yekê jî rewşa Yildirim roj bi roj xerabtir bû û xetereyeke mezin li ser jiyana wî heye. Û Yildirim niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin.“