'Bi rêya diyalogê em dikarin nakokiyan hemûyan çareser bikin'

Di kongreya ‘Ber bi diyaloga Erebî-Kurdî ya serketî’ de daxwaz tê kirin ku pirsgirêk û nakokî hemû bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

11’ê Kanûnê li bajarê Bexda ya Iraqê bi tevlêbûna 110 kesayetiyên cuda ji tevahiya Iraqê kongreya “Ber bi diyaloga Erebî-Kurdî ya serketî” ku li ser bingehê bi hevre jiyankirina  gelan û civaka demokratîk hat lidarxistin.

Kongre bi pêşengiya Akademiya Siyasetê û Hizra Demokratîk  û alîkariya Komeleya Azadî ji Bo Kurdên Feylî li Iraqê, Dezgeha Ragihandinê ya Standar, Rêxistina Mirovî ya Zarokê Şengalê û Komeleya Dostaniya Kurd ya li Parlemntoya Ewropa hat lidarxistin. Di kongreyê de her wiha 110 kesên akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, kesayetiyên siyasî û civakî yên Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên netewî û ayînî yên cuda yên Iraqê weke mêhvan ji seranserê Iraqê û herêma Kurdistanê amade bûn.

Yek ji wan kesên ku tevlê kongreyê bibû Cîgirê Serokê Navenda Bexda ya ji Bo Pêşxistin Yasayî û Aborî Doktor Elî Mehdî bû ku di kongreyê de mijarek bi navê ‘bandora netew dewlet li ser têkiliya Ereb û Kurd’ pêşkêş kir.

Mehdî li ser wan mijaran nêrînên xwe ji ANF’ê re parvekir û bal kişand ku bi tevlêbûna kesên akademîsiyen û zana ji tevahiya Iraqê “Bi rêya diyalogê em dikarin hemû pirsgirêk û nakokiyan çareser bikin.”

‘DIYALOG ZÊDE BIBE, NAKOKÎ KÊMTIR DIBE’

Mehdî bal kişande ser girîngiya diyalogê ya di navbera pêkhateyên netewî û ayînî yên cuda û got, “Çiqasê diyalog û gotûbêj zêdetir bibe wê ewqasê valatî, hevdu tênegihiştin û nakokî jî kêmtir bibe. Her kesek wisa dizane ku rastiyekê dizane, lê dema derfet çêdibe ku kesên akademîsiyen û rewşenbîr bi hevre birûnên û li ser bingehekî akademîk û zanistî gotûbêj bikin, wê demê teqez di navbera netewe û baweriyên cuda de li hev nêzîkbûn pêşdikeve.”

‘DIYALOG ÇARESERIYA BINGEHÎN E JI BO PIRSGIRÊKÊN GELAN’

Doktor Elî Mehdî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku çiqasê diyalogên wisa berdewam bike wê ewqasê bandoreke baştir li ser raya giştî çêbike û wiha pêde çû: “Ji ber wê li gorî fîşek, êriş û fûzeyan her tim diyaloga kûr û demdirêj bandoreke xwe ya kûrtir heye; lewma diyalog rêçareya sereke ji bo pirsgirêkên gelan e. Em niha li welateke pir netewe, pir bawerî û pêkhate dijîn û hemû cûre êş û derb bi rêya çek, şîdet û êşkenceyê ve ceribandiye ku tenê encamek li pey xwe aniye û ew jî kavilbûna menewî û madî bûye.”

‘EM DIKARIN HEMÛ NANKOKIYAN ÇARESER BIKIN’

Mehdî têkildarê guncawiya rewşa Iraqê ya ji bo pêkanîna diyalogê nêrînên xwe diyar kir û got, “Piştî sala 2003’an heya niha derfetên zêdetir ji bo danûstandin û pêkanîna diyalogê çêbûne. Di vî serdemî de pêkanîna diyalogê rê çareyek e ji bo çareserkirina pirsgirêkên me. Niha li Iraqê dadgeheke nîv serbixwe heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan û em dikarin bi rêya pêkanîna diyalogeke niştîmanî ya giştî û bi tevlêbûna hemû pêkhate û baweriyên cuda yên xwedî doz pêş bixin, heya ku bigihîjin çareseriyekê da ku ji pêşeroja nivşên xwe yên dema pêş piştrast bin.”

‘JI BO BERJEWENDIYÊN XWE GOTINÊN RIK Û KÎN BIKAR TÎNIN’

Doktor Elî Mehdî di dawiya axaftina xwe de îşaret bi siyasetmedarên ku timî ji bo çêkirina rik û kîna zêdetir di navbera pêkhateyan de gotinan dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Bi qenaeta min ji sala 2003’an û şûnde ji ber bingehekî ku di nava van 17 salan de hatiye çêkirin, heya astekê gotinên bi rik û kîn nemaye. Gotinên ku rik û kînê teşwîq dikin bi rengekî ber biçav kêm bûye; tenê aliyek kêm nebûye ku ji bo berjewendiyên xxwe û tawanbarkirina yê hemberî xwe gotinên bi rik û kîn ên mezhebî bikar tînin. Heta pêwîste derfet ji kesên rikdar û kîndar re bê dayin ku tevlê diyaloga aştî bibin da ku ya di hundirê wan de ye parve bikin.”