‘Bi navê KJA’yê hûn jinên Kurd didarizînin’

Parêzer Çîgdem Kozan diyar kir ku xebatên KJA’yê yên aktîvîst Ayla Akat Ata ya tê darizandin, dikin sûc û wiha bertek nîşan da: “Hûn bi miwekîla min, bi navê KJA’yê jinên Kurd didarizînin.“

Rûniştina 8’emîn a 18’emîn ya Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. 

Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di rûniştinê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên HDP’ê û gelek kesên din jî amade bûn.

‘POLÎS ME JI XWE RE WEK DIJMÎN DIBÎNIN’

Aynûr Aşan a li dijî mitaleyê bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Sîncanê tev li rûniştinê bû û bi Kurdî axivî, got: “Hûn ji ewlehiya me berpirs in, ew der cihekê darizandinê ye. Ew salon ne cihê xebatê yê TEM’ê ye. Polîs me wek dijmin dibîne. Ji bo darizandineke bi tenduristî divê TEM salona dadgehê wek cihê xwe bi kar neîne.“

Rûniştin bi 15 deqeyan hat taloqkirin.

Piştî navberê, dozgeriyê bi hinceta şertê kontrola edlî bi cih neaniye, daxwaza girtina Cîhan Erdalê ji Doza Kobanê tê darizandin û hat berdan kir.

‘DELÎLÊN BERBIÇAV JÎ HENE NAYÊ BERDAN’

Parêzer Ayşen Akçay Senem diyar kir ku pir behsa hesabên medyaya dîjîtal ên Bîrcan Yorûlmazê tê kirin lê têkildarê belgeya “Di dîjîtalên Bîrcan Yorûlmazê materyalên rêxistinê hene“ tu tiştek nîn e.

‘HÛN JINÊN KURD DIDARIZÎNIN’

Parêzer Çîgdem Kozan ku derbarê belge û daxwazên tevlêbûna dosyayê de axivî û destnîşan kir ku xebatên Ayla Akat Ata yên di nav KCD’ê dikin mijara sûc û anî ziman ku bi vê dosyeyê hewil didin KJA’yê krîmînalîze bikin. Kozan herî dawî daxwaza bidawîkirina bêhiqûqiyê û berdan Atayê kir.

‘4’Ê MIJDARÊ DERBEYEK E’

Parêzer Cahît Kirkazak jî di rûniştinê de axivî û got: “Biryar û doz siyasî ne. 4’ê Mijdarê derbeyek e, nehiqûqî ye.  Ji ber desthilatdariyê 4’ê Mijdarê tiştê dixwest bi dest nexist, ev dosye 6 sal bi şûn de derxist pêş û siyasetmedar ji ber ku di nav HDP’ê de ne tên darizandin.“

Ji bo dayîna biryara navber hat dayîn.