Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hat şewitandin a li Îzmîrê di roja 71'an de li Girtîgeha Kiriklari ya Bûca ya Îzmîrê berdewam kir. Rêveberên HDP'ê yên navçeyên Konak û Torbaliyê serdana malbatên ku li ber derê girtîgehê hatin gelhev kirin. Malbatan, berdilkên li ser wan nivîsa "Ji girtiyên nexweş re azadî" nivîsandî li xwe kirin û timî dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" , "Bijî berxwedana zindana" û "Maf, hiqûq û edalet" berz kirin.
‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN‘
Hevserokê HDP'a Konakê Abdulvahap Bal, li vir axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavî tevahiya civakê bûye û got: "Girtiyan tedawî nakin û wan bernadin. Demeke dirêj e dayik li vir Nobeta Edaletê digirin. Daxwazên dayikan hiqûqî ne û em jî li pişt wan in. Em ê jî li dijî nzextên li girtîgehan û tecrîda sûcê mirovahiyê bimeşin Gemlîkê. Em ê vê tecrîdê bişikînin."
‘BILA PÊKANÎNÊN NEHIQÛQÎ DEMILDEST BÊN BIDAWÎKIRIN‘
Hevseroka HDP'a Konakê Azîze Çelebî jî diyar kir ku li girtîgehan zext û binpêkirinên mafan pêk tên. Ev pêkanîn ne hiqûqî ne. Daxwazên malbatan meşrû ne. Bila pêkanînên nehiqûqî demildest bên bidawîkirin."
Çalakî bi dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Bijî berxwedana zindana" bi dawî bû.