Bi hincetên kêfî nayê berdan!

Girtî Hasan Çelîk tevî ku cezayê wî qediya ye, bi îdîaya ku "banyo nekiriye û bi personel re li hev nekiriye" nayê berdan.

Piştî ku di qanûna ceza de guhertin hate kirin û ji 1'ê Çileyê û pê ve kete meriyetê, girtiyên ku cezayên wan qediyane jî bi hincetên balkêş nayên berdan. Yek ji van girtiyan jî Hasan Çelîk e ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê girtin.

Çelîk ku ji ber cezayê girtîgehê yê 12 sal û 6 mehyan nêzî 10 sal in girtî ye, tevî ku cezayê wî 25'ê Kanûna 2021'ê temam bû, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta "banyo nekiriye û bi personel re li hev nekiriye" berdana wî 3 mehan hate taloqkirin.