Bi hezaran kes meşiyan Bakirkoyê
Bi hezaran aştîxwaz, beriya Mîtînga li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê li Dikilitaşê kom bûn û ber bi qada Azadiyê ve meşiyan.
Bi hezaran aştîxwaz, beriya Mîtînga li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê li Dikilitaşê kom bûn û ber bi qada Azadiyê ve meşiyan.
Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mitînga 'Aştî, Azadî û Edaletê" pêk anî. Mîtîngê bi meşê dest pê kir. Bi hezaran kes beriya mîtîngê li Dikilitaşê kom bûn, ji bo beşdarî mîtîngê bibin, meşiyan Qada Azadiyê ya Bakirkoyê.
Mîtînga "Aştî, Azadî û Edaletê ya li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi meşê dest pê kir. Di pêşengiya Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê de bi hezaran kes bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mitînga 'Aştî, Azadî û Edaletê" pêk anîn. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û civakî, rêxistinên pîşeyî û odeyan bi pankart û dowîzên xwe yên aştî, azadî û edaletê dixwazin hatin qada mîtîngê. Bi hezaran kesên ji Dîkîlîtaşê heta Qada Azadiyê ya Bakirkoyê meşiyan, li gel astengiyên polîsan derbasî qadê bûn.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê bi pankarta "Ji darbeyan û OHAL'ê re Na. Aştî hema niha" meşiyan. Kedkarên cemaweriyê yên hatin îxrackirin jî di meşê de cihê xwe girtin. Endamên Odeya Tabîban a Stenbolê jî bi pankarta "Rêya diçe tenduristiyê di Aştiyê re derbas dibe" vekirin û meşiyan qada mîtîngê.
Meclîsa Bajêr a Stenbolê ya HDK'ê jî bi pankarta "Ji bo Aştî, Azadî û Edaletê em aştiyê bi hev re mezin bikin" vekirin û meşiyan qada mîtîngê. Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî bi pankarta "Ji OHAL'ê re na, Bila KHK betal bibin" vekirin û meşiyan. Di meşê de Parlamenterê HDP'ê Filiz Kerestecioglu, Huda Kaya û Ertugrul Kurkçu jî tev li meşê bûn û derbasî qada mîtingê bûn.
Di korteja Platforma Piştevaniya Sosyalist (SODAP), Bloka Aştiyê, Partiya Kedê, Mala Gelan, Kaldiraç, Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), KOZ û gelek rêxistinen din bi pankart û dowîzên xwe meşiyan û ketin qada mîtîngê.
Kom piştî li Dîkîlîtaşê gihiştin hev bi pankart û dowîzên xwe meşiyan qada mîtingê. Bi hezaran kesan di meşê de bê navber siloganên "Bijî biratiya gelan", "Li dijî Faşizmê mil bidin milan" "Bila OHAL bê rakirin", "Jin jiyan azadî" "Heq, hiqûq, edalet" berz kirin.
Endam û rêveberên korteja HDP û HDK'ê jî dowîzên "Bila Nûriye û Semîh Bijîn", "Dest nede Sûr û Heskîfê" û "Ji bo her kesî Edalet", "Ji girtiyên siyasî re azadi" bilind kirin.” Di heman demê de wêneyên wekîlên HDP’ê yên girtî jî bilind kirin. Di ketina qadê de di navbera rêveberên HDP'ê û polîsan de rageşî derket.
Mîtîng bi tevlêbûnek mezin û coşek zêde berdewam dike.