Beştaş: Divê em bi xurtî bikevin meclîsê

Ji namzetên parlamenteriyê yên Erzîromê Meral Daniş Beştaş a Partiya Çepên Kesk got, "Hilbijartinên meclîsê ji bo me di rêza destpêkê de ne. Gelekî krîtîk e. Divê em bi xurtî bikevin meclîsê."

Serokwekîla Koma HDP'ê û namzeta parlamenteriyê ya Erzîromê ji Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş ji ANF'ê re axivî û got, "Beriya her tiştî desthilatdariyek heye ku 20 sal in vî karî dike, her qada jiyanê tengav kiriye. Welat bi temamî kir enqazek. Azadiya fikrî, mafê siyasetê, mafê aboriyê, azadî li Tirkiyeyê ketine asta herî nizm."

Beştaş ragihand ku li welêt ewlehî û azadiya kesî nemaye û got, "Azadiya aborî, şexsî û siyasî ya kesî nîne. Ji aliyê civakî ve tengaviyeke mezin heye. Rêya rizgariya ji vê yekê jî têkbirina vê desthilatdariyê ye."

Beştaş ragihand ku li hemberî vê desthilatdariyê hêrseke mezin heye û got, lewma hilbijartin dîrokî ye, gel wê gotina dawî bibêje.

'GELEKÎ GIRÎNG E KU EM BI XURTÎ BIKEVIN MECLÎSÊ'

Beştaş işaret bi girîngiya wê yekê kir ku Partiya Çepên Kesk bi xurtî bikeve meclîsê û destnîşan kir ku ji bo wan a herî girîng hilbijartinên meclîsê ye.

Beştaş got, "Em hewl didin di asta herî berfireh de temsîliyetê bikin. Hem li bajarên Kurdan hem jî li her herêmeke Tirkiyeyê. Çima? Ji ber ku em jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê, şert û mercên wekhev û azad diparêzin. 100-120 wekîlên ku em bi dest bixin wê gelekî girîng bin. Ji ber ku desthilatdarî wê bikeve, bihele, parçe bibe; ya ku wan bi hev ve girê dide rant e. Dema ku ji desthilatdariyê ketin, tiştek wê nemîne ku wan bi hev ve girê bide. Wê mîna ANAP, DYP'ê li wan bê. Ji ber vê yekê jî gelekî girîng e ku îradeya gel li meclîsê bi cih bibe. Zemînek wê ava bibe. Em hewl didin ku bajaran bi temsîliyeta xwe bişînin Enqereyê. Ji aliyê guhertina destûra bingehîn û karnameyên heyî ve gelekî girîng e ku em bi xurtî bikevin meclîsê."

'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ÊŞKENCEYA LI GEL E'

Beştaş diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqiya herî mezin a li welêt e û wiha dewam kir: "Tecrîd bêhiqûqiya herî mezin a li vî welatî ye. Çima? Ji ber ku qanûn gelekî eşkere ne; girtî, hikumxwar kî dibe bila bibe mafê xwe yê hevdîtinê heye. Mafê xwe yê axaftina bi telefonê, şandina nameyan, hevdîtina bi malbatê re, mafê xwe yê hevdîtina bi parêzeran re heye. Li ti devera cîhanê ev maf nehatiye astengkirin. Li hucreyê jî be têkiliya xwe ya bi derve re nehatiye qutkirin. Li Îmraliyê mîna ku em timî dibêjin, ti têkiliyeke Birêz Ocalan bi derve re nehatiye hiştin. Li wir e ne li wir e? Dibe ku li girtîgeheke din be. Nexweş e, baş e? Naxwazim bibêjim, lê dijî? Ji ber ku dengek ji wir nayê. Lewma bêhiqûqiyeke ewqasî mezin nabe. Ev yek êşkence û zilm e li gel û malbata wî ye.

Aliyê xwe yê siyasî jî heye. Em zanin ku berê di vê mijarê de refleksên mezin hatin nîşandan, nerazîbûn hate nîşandan. Birêz Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bû muxatabê sereke, 2.5 salan bi rola xwe rabû, bêhn hate ber gelan, bi hêvî li paşerojê nihêrîn. Beşeke mezin a gelê Kurd wî weke îradeya xwe dibîne. Tecrîd di heman demê de navê neçareserkirina pirsgirêka Kurd e, navê dewamkirina şer e. Ji ber ku bi tecrîdê bersiv ji daxwaza çareseriyê re hate dayin, îzayeke din a vê yekê nîne. Tecrîda ku bi armancên siyasî tê ferzkirin divê tavilê bi dawî bibe."

Meral Daniş Beştaş ji bo bajarê Erzîromê ku lê bûye namzet anî ziman ku bajarekî ji nasnameyên cuda ye û got, "Ez zanim ku em li Erzîromê xurt in. Ji dema ku namzetiya min hatiye eşkerekirin û vir ve ji Tirkiyeyê, ji Erzîromê, ji derveyî welat hevrêyên me geriyan. Em ê îradeya Erzîromê bi rengê herî xurt li meclîsê temsîl bikin."