'Desthilatdarî dixwaze azadiya çapemeniyê bi temamî ji holê rake'

Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran di der barê "qanûna dezenformasyonê" de ku li meclîsê li ser tê axaftin serdana Koma HDP'ê ya Meclîsê kirin û xwestin ku pêşniyarqanûn bê vekişandin.

Parlamenterên AKP-MHP'ê di der barê danekirinên (qanûna dezenfoprmasyonê) li ser medya dijîtal û înternetê de pêşniyarqanûnek amade kirin û pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin. Serokê Komeleya Nûçegîhanên Parlamentoyê Kemal Aktaş, Sekreterê Giştî yê Cemiyeta Rojnamegeran Kenan Şener, Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê Gokhan Dûrmûş, Alîkara Serokê Giştî yê Komeleya Rojnamegerên Hemdem Şeyma Paşayîgît û Serokê Komeleya Nûçegîhanên Aboriyê Tûrgay Turker jî di nav de şandeyek ji rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran der barê pêşniyarqanûnê de serdana  Koma HDP'ê ya Meclîsê kirin.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş nûnerên rêxistinan pêşwazî kir.

Nûnerên rêxistinên di serdanê de axivîn û xwestin ku pêşniyaza qanûn bê vekişandin.

Beriya hevdîtinê Beştaş ev tişt gotin:

“Dîsa wek qanûnekî torbe sererastkirinek hat. Wek ku li ser gelek pêşniyazên ji bo qanûnan tu hevdîtin bi kesî re nekirine bi rojnamegeran re jî tu hevdîtin nekirine û bi kes û kûsên eleqedar re nîqaş nekirine. Metineke nû a li dijî makeqanûnê, azadiya çapemeniyê, azadiya derbirîna fikr û ramanan e. Bo mînak bi dayîna Serokatiya Ragihandinê ya kartên çapemeniyê girtina kart zehmet dibe. Lê çarçoveya wê jî hatiye berferehkirin. Wê rê li ber bê vekirin ku erkdarên karên giştî, weqif û komele bigirin. Çima, ji ber ku dixwazin rojnamegerên esil karê xwe nekin, tê de mantiqê em bixwazin kart bidin kî em ê bidin wan heye.

Her wiha agahiya mirov pê dixelite çi ye? Ne diyar e. Ev sererastkirin derbeyeke mezin e li qada çapemeniyê. Ji bo her kesê wisa ye. Em cihê azadiya çapemeniyê û derbirîna fikr û ramanan li bal civakê jixwe nîqaş jî nakin. Bi vê pêşniyazê ev tê qedandin. Înternet bi temamî tê kontrolkirin. Em ê li ber pêşniyaznameya pê tiştê ji ber azadiya çapemenî û weşanê maye jî tê rakirin, li ber xwe bidin. Em îmze nakin.’’

Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê Gokhan Dûrmûş jî wiha got: “Her çiqas wek qanûnê dezenformasyonê bê şanîdan jî pê sansor jî tê. Bi gotinên nediyar rojnameger tên sûcdar kirin. Cezayê hepsê pê tê anîn. Ev sererastkirin nabe ku were qebûlkirin.’’

‘NE SERÎ HEYE NE BINÎ’

Serokê Komeleya Nûçegihanên Parlamentoyê Kemal Aktaş jî wiha got: “Em dibêjin bila ev pêşniyazname bi temamî bê betalkirin. Gavekî giring ê din ê zext û pêkûtiyan li ser azadiya derbirîn, azadî û azadiya çapemeniyê tê avêtin. Îfadeyên bê serî û binî û nediyar hene tê de. Sererastkirineke sûcan tê anîn. Dezenformasyon meseleya hemû cîhanê ye lê welatên herî bipêşdeçûyî jî hêj binesaziya xwe ya hiqûqî temam nekirine.“