Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 605’an de berdewam dike

Ferît Şenyaşar di Nobeta Edaletê ya Rihayê de axivî û got, "Li holê trajediyeke mirovî heye, komkujîyeke heye."

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê dest pê kir, îro di roja xwe ya 605’an de dewam kir. Dayik û kurê wê danê sibehê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê li “Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” çalakiya xwe didomînin.

Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar derheqê nobetê de axivî û got ku wan ji bo dosyaya komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê were vekirin û Fadil Şenyaşar ku 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin were berdan dest bi nobetê kirine û wiha domand: “Piştî 4 salan îdianameya nexweşxaneyê amade kirin lê îdianameyeke ne adilane ye. Em ê li dijî vê, li dadgehê nerazîbûnên xwe bînin ziman.”

Şenyaşar, diyar kir ku duyemîn daxwaza wan ew e ku Fadil Şenyaşar were berdan û ev tişt anî ziman: “Birayê min ev 4 sal in bi awayekî derhiqûqî û bi hiqûqa serdestan di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Bavê min û du birayên min qetil kirin. Her tişta ku me li kargehê kiriye, dikeve ber parastina rewa, lê birayê min hê jî girtî ye. Doz, ji hêla usûlê ve li Dadgeha Îstînafê hat xerakirin û ji bo temamkirina kêmaniyên heyî ji 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê re hat şandin. Heke biryara berdanê yan jî beraetê ji dosyayê dernekeve, ez û dayika xwe em ê biçin TBMM’ê. Bêyî ku ferq û cudahiyê bêxin navberê, em ê daxwaza hevdîtinê bo her kesê dibêje ez parlamenterê gel im û partiyên siyasî yên edaletparêz bikin. Em ê li gel hemû kesên daxwaza edaletê dikin, bang li Meclisê bikin. Li holê trajediyeke mirovî heye, komkujî heye. Em edaletê dixwazin."