Berxwedan Kobanê yekîtiya Kurdan mezin kir
Berxwedan Kobanê yekîtiya Kurdan mezin kir
Berxwedan Kobanê yekîtiya Kurdan mezin kir
Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê Ahmet Sayar, Serokê Şaxa MUSÎAD a Amedê Îsmaîl Ozşanli û Berdevkê Avabûna Dengê Demokrat Turan Saritemur ku wek mêvanê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê hat Stenbolê, korîdora ji bo Kobanê hatiye vekirin û pêvajoya çareseriyê ji ANF’ê re nixandin.
Ozşanli, Sayar û Saritemur diyar kirin ku piştî evqas mirin û piştî navbeynkariya hêzên navneteweyî vekirina korîdorê ji bo hikûmeta Tirkiyeyê windahiyeke mezin e. Her wiha da zanîn ku berxwedana Kobanê ne tenê zanîna navneteweyî ya Kurdan, di heman demê de yekîtiya di navbera xwe ya neteweyî jî pêk anîne. Der barê sererastkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd de jî diyar kirin ku lîderekî wek Ocalan divê ne di hepsa malê de divê bigihêje azadiya xwe.
Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê Ahmet Sayar got ku vekirina korîdorê gelek girîng e, lê bi navbeynkariya hêzên navneteweyî vekirina korîdorê ji bo hikûmet a Tirkiyeyê windahiyek mezin e. Sayar da zanîn ku ji Çanakkaleyê heta niha cara yekemîn bi Kurdan re têkiliyeke wisa bi hêz pêk hatibû lê mixabin ev şûnde kişiya. Sayar wiha got: “Ger hikûmeta Tirk beyî ku hêzên navneteweyî mudaxîl bibin, korîdor 15 roj berê vekiriba wê piştgiriyeke mezin bida pêvajoya çareseriyê û hem jî wê baweriya Kurdan qezenc bikirana.
GOTINÊN ERDOGAN NE LI GORÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ YE
Sayar usluba Serokkomarê Tirk Erdogan ya li dijî tevgera Kurd û Kobanê rexne kir û da zanîn ku dema ji bo li hevkirinê li ser maseyê bê rûniştandin divê hestên tolhildanê yên berê li aliyekî bê hiştin û ji ber vê yekê jî gotinên Erdogan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne. Sayar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li aliyekî tê bi hevdîtinan pêk bînî û li aliyê din jî gotinên nebaş bikî. Ev nabe. Ev gotin piştgiriyê nadin pêvajoyê. Berevajî vê bêbaweriyê bi xwe re tîne. Di vê pêvajoyê niyeta baş baweriyê dide mirovan. Ji bo vê baweriyê jî divê pêngavên ne hilweşandinê û zimanê çêker bê bikaranîn.
Sayar berxwedana Kobanê jî nirxand û wiha pêde çû: “Vê berxwedanê di aliyê Kurdan de ne tenê zanebûna navneteweyî, di heman demê de yekîtiya neteweyî jî ava kiriye. Berê Kurd ji ber fikarên siyasî ne dostên hev, wek hevrikên hev dihatin dîtin. Lê bi Kobanê re me careke din dît ku divê Kurd bi bin sîwaneyekê de bin. Ji ber vê yekê jî ji bo ku Kurd bigihêjin mafê xwe ev demeke gelek dîrokî ye.
DIVÊ LÎDEREKÎ WEK OCALAN DEMILDEST BÊ BERDAN
Sayar di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew ne wek karsazekî wek kesekî heta dawiyê piştgiriyê dide pêvajoya çarseriyê û wiha berdewam kir: “Ji bo ev şer bi dawî be û aştî pêk bê ez xwe berpirs dibînim. Em hem ji bo pêvajoya aştiyê û hem jî bo ji bo pêşvebirina aboriya herêmî çi ji destê me bê em ê bikin.
Sayar şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxand û wiha got: “Ocalan tenê ne aktorê herî girîng ê pêvajoya çareseriyê ye, di heman demê de kesekî ku bi nêrîn, vîzyon û pozîtîfbûna xwe gelek pirsgirêk çareser kiriye. Kesekî ku bi fikrên xwe û nêrîna xwe ya pozîtîf evqas fedakariyê dike, divê ne di hepsa malê de bê girtin, divê demildest bê berdan.
PIŞTÎ EWQAS MIRIN
Serokê Şaxa MUSÎAD a Amedê Îsmaîl Ozşanli jî bal kişand ser girîngiya vekirina korîdorê û wiha got: “Xwezî dewletê beriya ku evqas mirin pêk bên, ev korîdor vekiriba. Hikûmeta ku bi TIR’an alîkarî şand ji Tirkmenan re, dema mijar bû Kurd heman reaksiyon nîşan nedan. Ka em bira bûn. Îro li herêmî dîsa projeya pevçûna birayan tê kirin. Kesên ku dixwazin careke din Hîzbulahê zindî bikin wê winda bikin. Ger beriya van mirinaN korîdor vebibûya wê 40 kesî jiyana xwe ji dest neda.
Ozşanli pêvajoya Kobanê jî nirxand û diyar kir ku berxwedana Kobanê Kurd kirine yek û wiha got: “Kedeke mezin a Birêz Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê heye. Divê lîderekî bi vî rengî demildest bikeve nava gel.
ALÎKARIYA JI BO KOBANÊ PEYWIREKE MIROVAHIYÊ YE
Berdevkê Avabûna Dengê Demokratîk Turan Saritemur jî bal kişand ser girîngiya vekirina korîdorê û wiha pêde çû: “Li Kobanê ji bo ku Helepçeyek din neyê jiyîn ev korîdor şert bû. Ji ber vê jî vekirina wê girîng e. Lê ev têr nake. Piştgiriya lojîstîk ya ji bo Kobanê şert e. Piştgiriya ji bo Kobanê berpirsyariya wijdanî û mirovahiyê ye.
LI ROJHILATA NAVÎN ÊDÎ HEBÛNA KURDAN WÊ AVA BE
Saritemur destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn wê hebûna Kurdan teqez pêk bê û ev rastî ji aliyê hemû dewletên cîhanê ve tê dîtin. Saritemur wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman wê hêzên navneteweyî vê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Yên ku vê lîstikê xera bikin jî dîsa îradeya hevpar a Kurdan e.
Saritemur bi lêv kir ku Ocalan ji bo gelê Kurd û hemû gelan şansekî mezin e û bêyî Ocalan ev pêvajo nikare bimeşe û di dilê min de cihê wî Çankaya ya Enqereyê.