Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Iraqê zêde dibe
Li paytexta Iraqê Bexdayê hejmarek zêde ji welatiyan bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.
Li paytexta Iraqê Bexdayê hejmarek zêde ji welatiyan bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.
Li rex nerazîbûn û bertekên gelê Kurd ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê ku li her çar beşên welat û derveyî welat didome, aliyên siyasî, kesayet û welatiyên Ereb bi taybetî yên li Iraqê jî li hemberî êrişên dagirkeriyê û metirsiya planên dewleta Tirk a li ser xwe her ku diçe bertekên xwe berfireh dikin.
Di vê çarçoveyê de îro di saetên şevê de hejmarek zêde ji welatiyan li ber Sefaretxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê kombûn û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşandan.