Berkîn ev meheke nehatiye ser hişê xwe

Berkîn ev meheke nehatiye ser hişê xwe

Berkîn Elvan ê ji ber bombeya gazê ya polîsan ji serê xwe bi xedarî birîndar bû, hînê nehatiye ser hişê xwe. Der barê gilîkirina 25'ê Hezîranê de jî pêşketin nîne.

Berkîn Elvan ê 14 salî, ku bi bombeya gazê ya polîsan di 16'ê Hezîranê de ji serê xwe bi giranî birîndar bû, hînê nehatiye ser hişê xwe. Elvan, ev meheke li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydani tê ragirtin. Der heqê gilîkirina 25'ê Hezîranê de jî ti pêşketin tineye. 

Berkîn Elvan ê 14 salî, sibeha 16'ê Hezîranê ji bo kirîna nan diçû dikanê, lê ji ber bombeya gazê ya polîsan ji serê xwe giran birîndar bû. Li ser vê yekê, Elvan rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydani û ev meheke hînê nehatiye ser hişê xwe.

'DI LÊPIRSÎNÊ DE TI PÊŞKETIN NÎNE'

Parêzerê Elvan Evrîm Denîz Karatana da xuyakirin ku di rewşa tenduristiyê de ti guhertin tineye û bibîr xist ku wan roja 25'ê Hezîranê gilî kirine û got, "Lê der heqê lêpirsînê de jî tiştek nehatiye kirin."

Parêzer Karatana diyar kir ku hemû gazinên ji ber dijwariya polîsan a di berxwedana Geziyê de li nava dosyayekê hatine komkirin û got, "Me serî dozgeriyê dan û jê xwestin dosya Berkîn bê cihêkirin.  Ya rast, divê hemû gazin yek bi yek û cûda bên lêpirsîn. Ji ber ku taybetmendiyên spesîfîk ên hemûyan hene."