Ji pêşengên tevgera azadiya jinên Kurdistanê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha cotmehê li bajarê Awusturya Grazê hatin bi civîneke a gel hatin bibîranîn.
Çalakiya bîranînê ji aliyê komîsyona jinan a Navenda Înformasyonê ya Kurdistanê ve hate lidarxistin. Ji Graz û gelek bajarên dedorê gelek kes beşdarî çalakiya bîranînê bûn. Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê, dest pê kir, bi axaftinên li ser jiyana Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û rola wê ya di têkoşîna azadiyê de hatin girtin.
Di civînê de, birayê gerîlayê HPG’ê Haci Yuce (Hemze Dêrik) ê ku 26’ê cotmeha 2009’ê li Çewlikê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, axaftinek kir û bal kişand birayê wî piştî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sala 1999’ê tevlî nava refên gerîlayan bûye û diyar kir hemû gerîlayên jiyana xwe ji dest dane nirxên gelê Kurd in.
Her wiha, di civînê de grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin jî hate silavkirin. Piştî civînê malbata Yuce ji bo xizmên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane xwarinek da.