‘Berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye’
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan destê wî kelemçekirî û piyê wî jî qeydkirî tê tedawîkirin û banga berdana wî kir.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan destê wî kelemçekirî û piyê wî jî qeydkirî tê tedawîkirin û banga berdana wî kir.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 379'emîn a çalakiya xwe ya ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de pankarta "Tedawî maf e nikare bê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan" hate daleqandin. Hevserokên HDP'a Enqerê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglû û Vezîr Coşkûn Parlak û gelek kes tevlî civînê bûn.
‘JI DERVEYÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ TÊ TEDAWÎ KIRIN‘
Di civînê de Endama Lijneya Birêvebirina Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen axivî. Çevîrmen, di destpêka axaftina xwe de xwest ku cînayeta Garîbe Gezer bê lêkolînkirin û piştre balê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ku li Girtîgeha Tîpa D Amedê tê girtin. Çevîrmen, derbarê rewşa Ozkan de agahî dan û diyar kir ku Ozkan niha li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê bi awayekî derveyî rûmeta mirovahiyê destê wî kelemçekirî û piyê wî jî qeydkirî tê tedawîkirin û wiha got: "Divê neheqiya di dosya Ozkan de ji holê rabe û binpêkirina darizandina adil bi dawî bibe. Divê temenê Ozkan û pêwistiya wî bi alîkariyê li ber çav bê girtin û bê berdan. Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye."