Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaran bi kêfî hate astengkirin

Berdana girtiyê nexweş Îzzettîn Sevîlgen ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê tê girtin, cara çaran bi rengekî kêfî hate astengkirin.

Li gorî agahiyan, berdana girtiyê nexweş Îzzettîn Sevîlgen ji 17'ê Hezîrana 2022'an û vir ve cara çaran hate astengkirin.

Sevîlgen yek ji wan girtiyên nexweş e ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Sevîlgen ku ji sala 1992'an û vir ve girtî ye bi nexweşiyên fitiq, aastim, bronşît û koleterol e.

Herî dawî di 10'ê Nîsanê de bi biryara Desteya Çavdêrî û Îdareyê berdana girtî Sevîlgen 6 mehan hatibû taloqkirin.

Sevîlgen tevî ku di statuya hikumxwarê 'bi halê baş' de ye, bi îdîaya ku 'têkiliya xwe ya bi rêxistinê re dewam dike' nayê berdan.