Beko: Hikûmet cînayeta siyasî pêk tîne
Beko: Hikûmet cînayeta siyasî pêk tîne
Beko: Hikûmet cînayeta siyasî pêk tîne
Serokê giştî yê DÎSK’ê Beko, bertek nîşanê maaşa asgarî ya ji bo 2014’an hatiye diyar kirin da û got: “Ev pere em wek cînayeta civakî dibînin. Hikûmeta ku li aliyekê îmzeyê davêne nelirêtiyên mîlyar dolarî, karkeran di nava xizaniyê de mahkum dike.
Komîsyona Tespîta Maaşa Asgarî diyar kir ku sala 2014’an maaşa asgarî 846 lîraye. Di nava du mehan de maaşa zelal wek 891 lîra hat diyar kirin û ev jî di bin sînorê birçîbûnê de ye.
Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebata Tirk Çelîk got: “ maaşa Asgarî di 6 mehên ewil de ji sedî 5 û di nava du mehan de jî ji sedî 6 zêde bûye.
Serokê DÎSK’ê Kanî Beko ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku ev zama ku hatiye kirin wek cînayeta civakî bi nav dikin û got: “Wek hun dizanin ciwanê li Tirkiyeyê azadî, edalet û demokrasiyê dixwazin rastî êrîşên hêzên dewletê tên. Di pêvajoyek wisa de polîs xelat kirin. Piştre jî operasyona nelêrêtiyê ku zarokên wezîran jî têde bûn pêk hat û 100 mîlyar nelêrêtî hat tespîtkirin. Heman polîs ji peywirê hatin girtin. Maaşa asgarî 5 mîlyon û nîv karkerî eleqeder dike û hikûmetê jî ji bo maaşa wan 30 mîlyon ji bo riya wan jî yek lîrayek hêja dît. Ev zem pereyê simîtekê ye.
Beko da zanîn ku maaşa asgarî dikare bibe hezar û 600 lîra.