‘Bêedaletiyeke mezin heye’
Încî Guler Altindag a ku di nav Nobeta Edaletê ya Amedê de cih digire diyar kir armanca çalakiya wan a bi mehan ev e ku ew karibin cenazeyê xizmên xwe werbigirin.
Încî Guler Altindag a ku di nav Nobeta Edaletê ya Amedê de cih digire diyar kir armanca çalakiya wan a bi mehan ev e ku ew karibin cenazeyê xizmên xwe werbigirin.
Malbatên girtiyan 6 meh in li Amed, Wan û Îzmîrê Nobeta Edaletê dane destpêkirin. Ji ber piştî şewba Covîd-19’ê li girtîgehan hevdîtin nehatiye kirin, berdana girtiyên nexweş tê taloqkirin û li girtîgehan girtî tên qetilkirin, dest bi çalakiyeke wisa hatiye kirin.
Încî Guler Altindag a ku tevlî Nobeta Edaletê ya Amedê bûye, birayê wê Abdulselam Guler cezayê muebetê girtiye û 28 sal in girtî ye. Abdulselam Guler di heman demê de nexweşiya dil jî pê re heye. Ew jî him ji bo birayê xwe û him jî ji bo girtiyên nexweş û girtiyên divê were berdan, tevlî nobetê bûye.
Încî Guler Altindag diyar kir wan berê ji bo girtiyên nexweş dest bi çalakiyê kirine û got “Ji bo ku em mirina girtiyên nexweş nebînin, me dest bi çalakiyê kir. Me berê li Baroyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştî roja 101’emîn di hefteyê de sê rojan me çalakiyên xwe li derve domand. Li pêşiya Girtîgehê, Saziya Tipa Edlî û li pêşiya edliyeyê me çalakî kir. Sedema ku em diçin pêşiya girtîgehê ev e ku em naxwazin mirina xizmên xwe bibînin. Ji bo ku li pêş çavê me xizmên me bi zext û êşkenceyê neyên qetilkirin em diçin pêşiya girtîgehê.
Sedema ku em diçin pêşiya Saziya Tipa Edlî jî ev e ku em dibêjin rastî çi be, raporên xwe wisa bidin. Her kes dizane ku raporên ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ didin girtiyên nexweşiya wan giran e. Piştî ku vê raporê din girtiyên nexweş êdî cenaze ji girtîgehan derdikeve. Bêedaletiyeke meizn heye. Qanûnên ji bo girtîgehan tu carî ji bo girtiyên siyasî nayên pêkanîn. Ligel ku 30 salan di girtîgehê de dimînin jî nayên berdan. Berdana bi kontrol dane gelek girtiyan lê li ser girtiyên siyasî nayê pêkanîn.Em dixwazin ev qanûn ji bo yên me jî were bikaranîn. Sermesela girtîgeh ji bo nexweşên bi penceşêrê ne cihekî guncav e. Heke berdana bi kontrol bihata pêkanîn, malbatan wê karibûna zarokên xwe tedawî bikira.”
Încî Guler Altindag diyar kir berpirsyariya mezin li ser milê partiyên siyasî ye û got “Ji ber vê divê ew daxwazên me pêşkêşî meclîsê bikin. Ji ber ku bêeadaletiyeke mezin heye. Em edaletê dixwazin. Em xizmên girtiyên nexweş diyar dikin, divê zarokên me jî bijîn.Em naxwazin li ber çavê me jiyana xwe ji dest bidin. Divê hemû malbatên girtiyan û partiyên siyasî piştgiriyê bidin me.”