BDP dê civîna komê li ber Girtîgeha Amedê bike

BDP dê civîna komê li ber Girtîgeha Amedê bike

Roja 30’ê Cotmehê ku ‘Roja berxwedana topyekun’ hatiye îlan kirin BDP dê civîna xwe ya komê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêk bîne.

BDP’ê ku roja 30’ê Cotmehê ‘Roja berxwedana topyekun’ îlan kiriye, ji bo piştgiriya bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li girtîgehên Tirk gihaye roja 48’an dê civîna xwe ya komê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêkbîne.

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş di hesaba xwe ya twitterê de ragihand ku, “Em dê civîna koma xwe di demjimêr 12.00’an li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêkbînîn.” Her wiha banga “Ji bo di hundir û derve de mirin çênebin, werin em ji bo rojekê jiyanê rawestînin.”