BDP’a Îzmîrê bang li hikûmetê kir: Dema gavavêtinê ya te ye!

BDP’a Îzmîrê bang li hikûmetê kir: Dema gavavêtinê ya te ye!

Rêxistina BDP’ê ya Îzmîrê xwest hikûmeta AKP’ê di pêvajoya çareseriyê de ya dikeve ser milê vê pêk bîne.

BDP’iyên ku li ber KONAK Pîer kom bûn pankarta ku li ser, “Hikûmet gav biavêje”  vekirin dest bi meşê kirin. Di dema meşê de girseyê ligel dovîzên ku li ser, “Bila wekîlên me yên girtî bên berdan”, “Bila hesabên tecawizên li Mêrdînê bên pirsîn”, “Bila tevgera leşkerî ya li Kurdistanê bi dawî bibe”,  “Bila benda hilbijartinê bê rakirin”, “Ji Rêberê Gelê Kurd re azadî” posterên Medenî Yildirim ê li Licê di protesyokirina çêkirina qereqolê de ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin bilind kirin.

Dema girsê gihişt ber Sumerbanka kevin a Konak daxuyanî hat xwendin.

Serokê BDP’a Îzmîrê Fuat Mîkaîloglu, yê daxuyanî xwend destnîşan kir ku di pêvajoya “Rizgariya Demokratîk û Avakirina  Jiyana Azad” de gihiştine merheleyeke girîng û got, “Merheleya yekemîn a pêvajoyê qediyaye û merheleya duyemîn destpê kiriye. Di vê merheleyê de gelê Kurd a ketiye ser milê xwe pêk aniye. Niha jî merheleya ku dewlet û hikûmet berpirsiyariyên xwe pêk bîne destpê kiriye.”  

Mîkaîloglu di berdewama axaftina xwe de got ku hikûmet li şûna  gavên baweriyê bide biavêje, nêzîkatiyeke ku baweriyê nede nîşan daye.

Piştî daxuyaniyê jî Mîkaîloglu da xuyakirin ku ew biryara Danîmarkayê ya betalkirina lîsansên ROJ TV, NÛÇE TV Û MMC TV protesto dikin.  

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê bal kişandin.