Baroya Rihayê serdana malbata Şenyaşar a berxwedêr kir

Baroya Rihayê îro çû serdana malbata Şenyaşar û diyar kir ku ew li rex malbatê ne.

Endamê Komîsyona Navenda Mafên Mirovan Parêzer Kazim Ekîncî û Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan, serdana malbata Şenyaşar a berxwedêr kir. Seroka Baroya Rihayê ya Navenda Mafên Mirovan Nahîde Polat diyarkir ku ew piştgiriyê didin Nobeta Edaletê û got: “Em careke din soz didin malbatê ku em ê piştgiriyê bidin nobetê, heta dawiyê em ê li cem malbatê bin û ji aliyê hiqûqî ve çi ji destê me bê emê pêk bînin.”

‘SEKNA BI RÛMET BÛ DENGÊ CIVAKÊ'

Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol jî axivî û ragihand: "Ev helwesta bi rûmet a Emîne Şenyaşar di hemû beşên civakê de bû deng û hêviya her kesê ku li benda edaletê ye. Weke Baroya Rihayê em dubare bang li rayedarên lêpirsînê dikin. Daxwaz dikin dosyayên ku wê dozê ronî bike bên eşkerekirin û demildest doz li kontrola alî re bê vekirin. Heta ev nobeta edaletê bi dawî bibe, em careke din diyar dikin ku emê li rex Emîne Şenyaşar cih bigirin.”

Ferît Şenyaşar spasiya Baroya Rihayê kir ku wan bi tenê nehiştiye.