Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken, nav neda û ji ber gotina “şov” ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ku ji girtiyên ji 12’ê Îlonê vir ve di çalakiya birçîbûnê de ne hişk rexnekir. Baluken got; “Eger ji vê rewşê re bêjin şev, ev bê wijdaniye, ji dervey cehaletekî dij-exlaqî tiştek din nîne.”
Parlementerê BDP’ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken di hesaba xwe ya Twitterê de balkişande ser nîqaşên li ser çalakiya birçîbûnê û wiha diyarkir, “Nîqaşa cûdahiya çalakiya birçîbûnê-rojiya mirinê ya çapemenî û Erdogan xapandinekî bizanabûne.”
Baluken aşkera kir ku, “Dema bedena mirov baş tîmar nebû piştî 40 rojan derbazî pêvajoya krîtîk dibe, êdî di pêvajoya krîtek de beden av û xwarinê êdî qebûl nake. Di her kêliyê de dibe encamên cûda derbikevin. Eger ev rewş şov be, ev ji bêwijdantiyê, cehaletekî dij-exlaqî zêdetir tiştek din nîne. Ez pêşniyar dikin ku, kesên bi fikara ol dengan didin AKP’ê daxuyaniyên 2 roje derbarê çalakiya birçîbûnê li meclîsê didin temaşe bikin.”