Balûken: Divê naverok tavilê bê nîqaşkirin
Balûken: Divê naverok tavilê bê nîqaşkirin
Balûken: Divê naverok tavilê bê nîqaşkirin
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ê di heyeta bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê dike de cih digire, der barê rewş û bûyerên di rojên dawî de diqewimin, bersiv da pirsan.
Balûken destnîşan kir ku nexşerêyeke bi heyetê re hatiye parvekirin li naverastê nîne û got, "Ya ku bi me re hatiye parvekirin, metneke ji 5 salan bû ku weke pêşnûmeya nexşeya rê dihat pênasekirin." Balûken diyar kir ku divê hikûmet bi lez û bez gavên şênber biavêje.
Gavên şênber ên Balûken bal kişand ser wan, bi vî rengî ne:
"Ji bo hevdîtinên bi Ocalan re li Îmraliyê tên kirin werin qeydkirin, sekreteryayek bê avakirin.
Ji bilî heyetên heyî yên muzakereyê, bi heybetên muzakereyê yên berfirehkirî re xebat bê meşandin.
Pêwîste heyeteke şopandinê ya pêvajoyê dişopîne, bê avakirin."
Balûken ragihand ku hikûmet li şûna avêtina gavên şênber, bi zimanekî dikare rê li ber şikestina pêvajoyê veke bikar tîne û anî ziman ku pirsgirêk ne tenê avakirina mekanîzmayan e.
Balûken got, "Em vê nuqteyê bi fikar û guman dişopînin. Ji ber pirsgirêk ne avakirina van mekanîzmayan an jî derbasbûna muzakereyê ye. Divê naverok tavilê bê nîqaşkirin. Em dibînin ku hikûmeta AKP bi helwesta xwe ya heyî re di ser ûsûl û mekanîzmayan rê li ber nîqaşan vedike, polemîkên xizmetê ji çareseriyê re nakin dixe rojevê û bi vî rengî pêşî li nîqaşên li ser sererastkirinên pêwîst ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê digire. Em vê yekê jî weke nêzîkatiyeke xetere bi guman dişopînin."
Balûken bibîr xist ku piştî hevdîtina li Îmraliyê bi Ocalan re kirin, bi hikûmetê re heta niha ti hevdîtin nekirine.
Balûken da zanîn ku hikûmet ji destpêkê ve der heqê Kobanê de polîtîkayeke şaş şopandiye û destnîşan kir ku daxuyaniyên DAIŞ û tevgera Kurd dike yek û PYD'ê jî weke 'rêxistina terorê' îlan dikin, ji aliyê mejiyê mirovan ve nayê qebûlkirin.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken wiha axivî: "Dema mirov danûstandinên Tirkiyeyê yên bi DAIŞ'ê re li van bûyerên di vê pêvajoyê de qewimîne zêde bikin, hingî nuqteyeke gelekî cidî ya li ber şikestinê ye, xwe dide der. Rewşeke ku zorê dide pêvajoyê derket holê. Hikûmetê ji destpêkê ve der heê Kobanê de polîtîkayeke şaş meşandiye. Nêzîkatiya hikûmetê ya ji niha û pê ve hem di warê Kobanê de hem jî ji aliyê pêvajoya çareseriyê ve divê bê guhertin. Di rewşeke berevajî de wê hin astengî û pirsgirêk derkevin holê ku pêvajoya çareseriyê bixe nav zehmetiyeke mezin."