Azadiya Kurdan mifte ye
Çareserî di Kongra Netewî û Yekîtiya Demokratîk a Kurd de ye. Kî di vê de israr bike û vê pêk bîne wê bi ser bikeve.
Çareserî di Kongra Netewî û Yekîtiya Demokratîk a Kurd de ye. Kî di vê de israr bike û vê pêk bîne wê bi ser bikeve.
Federasyona Bakurê Sûriyê ya ku bi pêşengiya Kurdan pêk hatî pêvajoya hilbijartina demokratîk da destpêkirin. Pêşî di asta xwecih de hilbijartin pêk tên û piştre rêveberiyên komunê têne diyarkirin. Piştre wê hilbijartinên herêmî bibin û rêveberiya komunê were hilbijartin. Herî dawî jî wê hilbijartinên federasyonê bibin. Bêguman hilbijartinên di asta xwecih de bi tevlêbûna hemû mirovên ku dijîn dibe hilbijartina rêveberiya rasterast. Di asta herêmê û federasyonê de pêşî wê hilbijartin werin çêkirin, piştre jî wê meclîs bicivin û rêveberiye hilbijêrin. Bi vî rengî pêvajoya avakirina Sûriyeya Demokratîk dest pê dike.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatiye qonaxa plana rizgarkirina Reqayê. Li gorî fermandariya QSD’ê 80 ji 100’î yê bajêr ji dest DAIŞ’ê hatiye rizgakriin. 20 ji 100’î yê mayî jî di demeke kurt de dikare were paqijkirin. Ango êdî ti nemaya ku Reqa azad bibe. Faşîzma DAIŞ’ê hindik maye ku ji bajarê ku weke ‘paytext’a xwe ragihandibû were qewirandin. Bi vî rengî dawiya çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst nêzîktir dibe.
Helbet pêngava azadkirina Reqayê ev du heftiyên dawî ye bi pêngava azadkirina Dêrazorê re didome. Hêzên Sûriyeya Demokratîk li du eniyan bi ser çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê de diçin. Hem li Reqayê û hem jî li Dêra Zorê faşîzma DAIŞ’ê pir bi paş ve diçin. Her ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk a bi pêşengiya YPG-YPJ’ê li Reqa û Dêrazorê derbên kuştinê li faşîzma DAIŞ’ê dixe, Rêveberiya Esad jî zindî dibe û operasyonên xwe yên li Dêrazorê zêde dike. Ango faşîzma DAIŞ’ê li ber hilweşînê ye. DAIŞ a ku li Reqa û Dêrazorê hatî şikandin êdî wê zor be ku weke berê bikaribe çalak bibe û qada siyasetê dagir bike.
Bêguman DAIŞ’a hilweşiyayî hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê ye. Her ku çalakiyên gerîlayên HPG û YJS-Starê zêde dibin û geş dibin têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê jî û nêztir dibe. Çalakiyên gerîla yên ku zêde dibin bi xwe re civakê jî zindî dikin û li dijî faşîzmê berxwedanên girtiyan her ku diçe berbelav dibe. Rêveberiya AKP’ê ku her gav ditirse ku serhildaneke giştî çêbibe, ji bo temenê xwe yê faşîzmê dirêj bike, terora faşîst zêde dike û komkujiyên xwe zêde dike. Dîktatoriya faşîst ku hêza wê bi gerîla nikare û her roj ji gerîlayan derbê dixwe, berê xwe dide mirovên sivîl û hewl dide bi komkujiya ser gel heyfê hilîne. Komkujiya mirovên sivîl, ên li Başûr, ên li ser xeta Avaşîn û Basya jî bi vê çarçoweyê pêk hatiye.
Ji ber ku têkçûna faşîzma DAIŞ’ê li hêlekê dibe têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê û li hêla dî jî dibe sedema ku Rêveberiyên Bexda û Hewlêrê bihêz û wêrek bibin û tevbigerin. Rêveberiya Iraqê encamên li Mûsilê li ser zemîneke wiha pêk hat. Operasyonên Tilafer û Havice bi wêrekî û hêzek ku ji vir standî dest pê kir. Jixwe faşîzma DAIŞ’ê wiha xuya dike ku têra xwe ji qewet ketiye û weke pêlevaê derewîn ji vê encamê dixwaze ku encamekê ji xwe re derxîne.
Li vir encameke dî ya siyasî ya girîng ya ku divê were nirxandin israra rêveberiya PDK’ê ya li ser ‘referandûma avakirina dewleteke cuda’ ye. Bi qasî ku em dizanin tenê dewleta Israîlê vekirî destekê dide referandûma di behsê de. Di serî de DYA û Yekîtiya Ewropayê, dewletên dî jî li dij derdikevin û wiha xuya dike. Li gel vê jî Rêveberiya PDK’ê bi israr dixwaze referandûma di behsê de bike. Di van 3 rojên dawî de rewşa berdest wiha ye. Di dema mayî de dibe ku hin guherîn bibin? Bi giştî tê payin ku referandûm betal bibe, dibe ku encam wiha jî bibe. Helbet, ev mijareke dî ye û dive cuda were nirxandin. Li vir a girîng ew e ku li gel ku ji bilî Israîlê hemû dewlet li dij derdevin jî, li gel ku xwe naspêre yekîtiya Kurd jî, Rêveberiya PDK’ê xwe dispêrê çi û wiha bi israr tevdigere.
Di vê xalê de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe sparte, têkoşîna azadiyê ya ku tim geş dibe, derban li ser hev li pergala mêtingeriya faşîst dixe. Hebûna têkiliyên baş an jî nebûna van têkiliyan a Rêveberiya Barzanî ya bi PKK’ê re, tevlêbûn û tevlênebûna PDK’ê ya li Kongreya Netewî ya Kurdistanê li vir ne roleke diyarker e. Rola diyarker ew e ku Hêzên Azadiya Kurdistanê li Rojaa rojane derban li faşîzma DAIŞ’ê û li Bakur jî li faşîzma AKP-MHP’ê dixe. Rêveberiya PDK’ê ya ku ji van cesaret digire û xwe dispêrê geşedanên ku berxwediya hêzên azadiyê yên navborî derdixînin holê, weke pêlewanê derewîn, ‘di referandûma dewleteke cuda de’ israr dike û li ser ve israra xwe dixwaze ji hela ekonomîk û siyasî ve destê xwe xurt bike.
Naxwe di rewşa berdest de ku li Rojhilata Navîn krîz û kaos giran dibe, Şerê Cihanê yê Sêyemîn giran dibe û berbelav dibe, jê wêdetir jî, di rewşeke wiha de ku şerê berdest di çareseriyekê jî hilnaberîne, ku ji bo derketina ji nav şer hêzên şerker ne xwedî ti plan û projeyekê ne û ne xwedî hêza çareseriyê ne, her wiha li herêmê ku hilweşîn zêde bûne, herêm bûye girêka kor, tekena mifteya çareseriyê dibine Kurd. Çareseriya azadîxwaz a li ser doza Kurd, li herêmê pêşiya hemû arîşeyan vedike. Li dijî faşîzma DAIŞ û AKP-MHP’ê serkeftinên ku Kurd bi berxwedaniya şoreşger-demokratîk didin, di çareseriya arîşeyên herêmê de bi rista mifteya çareseriyê radibe.
Di çareseriya kilîda Rojhilata Navîn de çareseriya doza Kurd bi rista kîlîdê radibe, di çareseriya doza Kurd de jî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tam bi rista kilîdê radibe. A ku Rêveberiya Barzanî jî zindî dike û xurt dike ev têkoşîn e. Ji ber vê sedemê ye ku faşîzma AKP-MHP’ê ku Têkoşîna Azadiya Kurd ew kiriye hedefa xwe ya pêşî de, ji hêlekê ve bi hewldanên bin perdê dixwaze dîsa li polîtîkayên awiqandinê vegere, li hêla dî jî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hewl dide hemû dinyayê bike yek. Li ser vê zemînê hewl dide xelek bi xelek yekîneyan ava bike. Pêşî dixwaze partiyên siyasî yên li Tirkiyê li dijî PKK’ê û Kurdan bike yek. Di plana duyem de jî wezîrên derve yên Tirkiye, Îran û Iraqê li hev dicivîne, sê dewletên mêtinger dixwaze bîne cem hev. Di plana sêyan de jî hewl dide dewletên herêmê û dinyayê bi navê ‘têkoşîna dijî terorê ya hevpar’ bîne cem hev.
Li Rojhilata Navîn siyaset û leşkerî ketiye pêvajoyeke têra xwe krîtîk. Her roj geşedanên wiha yên ku sergêjînekê çêdikin, pêk tên. Wiha, hewceyî pê çêdibe ku rojane rewşa siyasî were nirxanin û biryarên nû yên siyasî werin standin. Hemû alî her kêlî neçar dimînin ku gavên nû yên taktîk bikin. Pêvajoya têkoşîna siyasî û leşkerî ya pir bilez û tîr bûyî tê jiyîn. Pir vekirî xuya dike rewşeke kûrtir û şerekî berbelavbûyî, duçiqilî bûyî derdikeve holê. Carekê qotiya pandaroyê vebûye û hemû qirêjiyên di nav de derdikevin derve. Li vir qotiya pandorayê pergala qirkirina Kurdan û arîşeyên ku vê pêk anîne, a ku qotiyê vedike jî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye.
5’ê Hezîranê dema ku Pêngava Azadiya Reqayê dest pê kirî, hemû herêma Rojhilata Navîn hejijî bû, hatibû dîtin ku rizgarbûna Reqayê wê hevsengên siyasî û leşkerî yên hemû herêmê biguherîne. Niha ti nema e ke Reqa azad bibe û bi ser de bi azadiya Dêrazorê re ev pêk tê. Diyar e ku rewşeke wiha hevsengên heyî wê bin ve biguherîne û rista miftebûnê ya azadiya Kurd zêdetir bike. Di rewşeke wiha de ku hemû hêzên siyasî yên Kurd bi çarçoweya Kongreya Netewî werin cem hev û yekîtiya demokratîk biafirînin, wê Kurdan li hemû herêmê bike mifte. Di rewşeke wiha de ku li şûna ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê bicivîne û bibe hêz, Rêveberiya PDK’ê xwe dispêrê dewleta Israîlê û karîger bibe, ev jî bi vekirî tê dîtin ku averêbûn e. Naxwe çareserî Kongra Netewî û Yekîtiya Demokratîk a Kurd e. Kî di van de israr bike û vê pêk bîne wê bi ser bikeve.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLITÎKA