'Divê Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan'

Li Edene û Aydinê jinan bal kişand li ser rewşa Aysel Tûglûk û Fatma Dermîrel û xwestin hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.

Platforma Jinan a Edene û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Aydinê ji bo girtiyên nexweş Aysel Tûglûk û Fatma Demîrel daxuyaniyek dan.

Platforma Jinan a Edene li avahiya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Edeneyê ji bo Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest, siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk û Fatma Demîrel daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê Platformê parêzer Zelal Demîray daxuyanî xwend.

Demîray anî ziman ku faîlên tundî û mirinên jinan ne tenê mêre û got: “Mêr hêzê ji polîtîkayên dewletê digre. Vekişîna ji Peymana Stenbolê bandorê li ser tevahiya jinan dike. Li her qadên jiyanê êrîş li ser jinan heye.“

‘EM Ê ŞOPDARÊ DOZÊ BIN‘

Demîray, bal kişand li ser mirina bi guman a Garîbe Gezerê û got: “Di roja Heftiya Mafê Mirovan a Cîhanê de me agahiya Garîbe Gezerê bihîst. Bi pêkanînên tundiya dewletê yê mêr ya herî mêtînger, ji îşkenceya lêgerîna tazî, tundiya zayendî, zexta fîzîkî, psîkolojîk û heta bi hucreyê  û veguherî tecrîdê, rê li ber mirinê gav bi gav vekirin. Her çiqas di fermiyetê de weke întixar derbas bibe jî, di van şertan de her întixarek cînayete. Heta ku em hesap bibirsin em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin.“

Demîray bal kişand li ser rewşa tendirustiya Aysel Tûglûk û wiha got: “Rexmê rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne jî Aysel Tûglûk nayê berdan. Li Tirkiyeyê kujerên jinan serberst tên berdan, lê li aliyê din girtiyên nexweşiya giran nayên berdan. Em vê hişmendiya dewletê ya tolhildana siyasî bi tundî şermezar dikin. Divê demildest girtiya nexweş Aysel Tûglûk were berdan û ji derve re tedawiya xwe bibîne.“

‘DIVÊ AYSEL TÛGLÛK DEMILDEST WERE BERDAN‘

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Aydinê jî bi daxuyaniyekê bal kişand li ser rewşa Aysel Tûglûk. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê ya Aydînê hate dayîn. Rêveberên partiyê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de tim dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne“ hatin berzkirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’a Aydînê Aysel Bahtiyar Unsel ve hate xwendin.

Unsel di daxuyaniyê de wiha got: “Em ji vir bang li wezareta tendirustiyê dikin û dibêjin divê Aysel Tûglûk demildest were serbest berdan. Eger rewşek neyînî pêk were, berpirsyar jî hûnin. Em bi hev re li hemberî êrîşên li dijî jiyan, maf, ked, ziman û nasnameya xwe radiwestin. Di serîde Aysel Tûglûk û hemû girtiyên siyasî divê demildest werin berdan.“