Ayna û Uçer di greva birçîbûnê de ne

Ayna û Uçer di greva birçîbûnê de ne

Bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ketiye roja 58’emîn, Parlementera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna û Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger kirin.

Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd a ji 12’yê îlonê ve dest pê kiribû, berdewam dike. Piştî greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ya ji aliyêk endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê ve hate destpêkirin, îrojî endamên koordînasyona KCD’ê Parlementerê BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna û Parlementerê yê Wanê Ozdal Uçer li ber deriyê avahiya KCD’ê daxuyaniyek dan çapemeniyê û dest bi greva birçîbûnê kirin.

Uçer daxuyanî da û diyar kir ku daxuyaniya Berdevkê Hukûmetê Bulent Arinç hêvî daye her kesê, lê her çendî 4 roj derbas bûn û her ku diçe mirovên me nêzî mirinê dibin, tu pêngavek nehatiye avêtin. Uçer bi bîr xist ku greva birçîbûnê ketiye roja 58’emîn û got: “Tehemûla me ji tu mirinên wan re tune ye.”

Uçer diyar kir ku heta greva birçîbûnê a di girtîgehan de û ya endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê berdewam bikin, ew jî dê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin. Uçer bang li hukûmetê kir ku vê pêvajoyê veneguherîne pêvajoya mijûlkirinê û xwest ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û muzakere bên destpêkirin.

Herî dawî Uçer banga serhildanê li gelê Kurd kir.

Her wiha, berpirsa peywendiyên derve ya rêxistina Partiya Çepgir a Swêdê ya bajarê Upsalayê Yekbûn Alp jî bi armanca piştgirî bide greva birçîbûn, dest greva birçîbûnê ya sê rojan kir.

Navê kesên di greva birçîbûnê de wiha ne:

Cafer Kan, Meral Gungor, Seydiî Firat, Asya Tekîn, Naşide Buluttekin, Osman Ozçelik, Firat Alokmen, Zohre Taş, Şilan Elmas, Mehmet Baysal, Remzi Kizilkaya, Ramazan Ozbek, Firat Tursun.