'14’ê Gulanê wê bibe dîroka têkçûna faşîzmê'

Rêxistina Partiya Çep a Kesk li Edeneyê buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di vekirinê de got, “14’ê Gulanê wê bibe dîroka têkçûna faşîzmê.”

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Edeneyê, li Taxa Barbaros a girêdayî navçeya Seyhan Edeneyê buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tifaqa Ked û Azadiyê û bi sedan welatî tev li bûn. Beriya vekirina buroyê girseyê govend gerand û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. 

‘EM Ê BI HÊZEKE XURT BIKEVIN MECLÎSÊ’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a di vekirina buroyê de axivî, bal kişand eleqeya gel a ji bo Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Em dibînin. Gelên Tirkiyeyê û Kurd bi helwesta xwe ji niha ve nîşan didin ku me hilbijartin qezenç kiriye. Em ê bi hêzeke xurt bikevin Meclisê, em ê faşîzmê hilweşînin. Ev dîmen jî vê nîşan dide. Desthilata faşîst bi girtin, binçavkirin û polîtîkayên zextê hewl bide partiya me bigire jî berxwedana gelê me ev polîtîka pûç kirin. 14’ê Gulanê wê bibe dîroka têkçûna faşîzmê.”

‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BELAVÎ HEMÛ CIVAKÊ KIRIN’

Aydenîz, a qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin kir wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê belavî hemû civakê kirin. Lê gelê me di Newroz û 8’ê Adarê de qêriyan ku van polîtîkayan qebûl nake. Em ê dengê xwe wisa bilind bikin ku di 14’ê Gulanê de em ê polîtîkayên tecrîd û qeyûman pûç bikin. Em ê bi hemû rêxistinên xwe yên navend û navçeyan bi gelê xwe yê welatparêz re kolan kolan xebatên hilbijartinên bikin û serkeftina xwe ya hilbijartina beriya niha du qet zêde bikin.”

Piştî axaftinan Aydenîz û jinan bi çepik û tililiyan buroya hilbijartinê vekirin.